Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Em ê tu carî teslîmê zilma we nebin

  • 22:09 16 Tebax 2024
  • Rojane
ENQERE- Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî êrîşa di meclîsê de axivî û wiha got:“Em şopdarên Denîzan, Mazlûman, Îbrahîman û Hakî Kareran e. Em ê ti carî teslîmî zilma we nabin. Kêm maye, roj hil tê. Tarîtî belav dibe. Nîşaneyên vê di têkoşîna gelênTirkiyeyê de veşartiye.”
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît piştî êrîşa Alpay Ozalan ê AKP’î li dijî xwe, li Lijneya Giştî ya Meclîsê axivî. Parlamenterên DEM Partiyê bi tilîlî û çepikan piştgirî dan Gulîstan Kiliç Koçyîgît. 
 
Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku êdî gotina AKP’ê nemaye, cihê ku biçê nemaye û wiha axivî: “Em ji vir dibêjin; tiştek heye ku hûn pê nizanin. Em şopdarên Denîzan, Mazlûman, Îbrahîman, Huseyînan, Hakî Kareran û hemû dînamîkên şoreşgerî û berxwedêrên vî welatî ne. Em teslîmî zext û zordariya we nebûn û em ê ti carî jî teslîm nebin. Em ê ti carî teslîmî zilma we nabin. Kêm maye, roj hil tê. Tarîtî belav dibe. Nîşaneyên vê di têkoşîna gelênTirkiyeyê de veşartiye.”