Bi dehan kesî li dijî êrîşan bang li civaka navneteweyî kir

  • 20:40 16 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek aktîvîst, akademîsyen û rêxistinên sivîl bang li civaka navneteweyî der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojavayê  Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan û bang li civaka navneteweyî kirin.
 
Komeke ku  aktîvîst, akademîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêk dihatin der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojavayê  Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di çarçoveya alozî û bê îstiqrariya herêmê de, dewleta Tirk êrîşên xwe yên tund li ser gelê Kurd li Iraq û Sûriyeyê û heta li nava Tirkiyê bi xwe jî didomîne. Dewleta Tirk li ser esasê qirkirina gelan bi taybetî li ser Kurd, Ermenî û Ereban hatiye avakirin. Îro jî heman rêyê didomîne.”
 
‘Dewleta Tirk dixwaze her kesî biçewisîne’
 
Her wiha hat diyar kirin ku Tirkiye ji bo parastina xwe hemû kesên têdikoşin binpê dike û wiha berdewam kirin: “Wek mînak girtina kesên ku di hilbijartinên vê dawiyê yên şaredariyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de bi ser ketine.”
 
‘Dixwazin çeteyan bicih bikin’
 
Di berdewama daxuyaniyê hat diya kirin kul i hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî polîtîkayek dagirkirinê tê meşandinê û wiha hate gotin: “Tirkiye li Bakurê Sûriyê operasyoneke leşkerî ya dagirkeriyê dimeşîne. Bi armanca koçberkirina gelê xwecihî û bicihkirina çeteyên û malbatên çeteyan li herêmên wan. Mîna ku li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî qewimî. Em weke çalakvanan ji asayîkirina peywendiyên Tirkiyê bi rêjîma Sûriyê re bifikarîn. Tirkiye plan dike ku zêdetir bajarên Kurdan dagir bike û xelkê xwecih wê van deveran koçber bike. Dewleta Tirk bi salane bi hincetên derew herêmeke berfireh a Herêma Kurdistanê dagir kiriye, Tirkiye armanc dike ku ajandayên xwe yên wekî girêdina herêmên dagirkirî bi dewleta xwe re pêk bîne.”
 
Têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê de jî ev tişt hatin gotin: “ Tirkiye di van demên dawî de dest bi êrîşeke berfireh ya dagirkeriyê kiriye. Bi hezaran leşker û çeteyên xwe ji Bakurê Sûriyê anîne û li Herêma Kurdistanê bicih kirine. Ev yek ji bilî hevsoziya aliyên Kurdistanî û bêdengiya hikûmeta Iraqê pêk hat.”
 
Ji bo civaka navneteweyî bang
 
Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî, hikûmeta Iraqê û Parlamentoya Iraqê hat kirin ku berpirsiyariya xwe ya mirovî û yasayî ya li hember “sûcên nemirovane” yên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine kirin, bigirin ser xwe. Her wiha ji bo rawestandina êrîşan bang li Komkara Ereban kirin ku demildest tedbîrên pêwîst bigirin.