‘Em tundiya mêr-dewletê qebûl nakin’

  • 17:43 16 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, der barê  Serokwekîla Koma DEM Parmtiyê Glîstan Koçyîgît ya di dema êrîşa li meclîsê hat jiyîn de birîndar bû daxuyaniyek da û got: “Em tundiya mêr-dewletê qebûl nakin. Em têkoşîna xwe bilind bikin.”
 
 Lijneya Giştî ya Meclisê bi daxwaza partiyên muxalefetê bi rojava Can Atalay ê parlamenteriya wî hatiye xespkirin, awarte civîya. Di dema runiştinê de parlamenerên AKP’ê êrîşê parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik kir û  Serokwekîla DEM Partiyî Gulistan Kiliç Koçyigît kir.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî) der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî dan.
 
Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyakirin k AKP-MHP’ê careke din li meclîsê polîtîkayên xwe yên tundiyê nîşan dane û wiha ghot: “Der barê biryara Can Atalay de li ser banga muxalefetê civînek awarta li Lijney aGiştî ya Meclîsê pêk hatiye û parlamenterên destilatdariya siyasî carek din mêrantî nîşan daye.Tişta ku bi siyasetê têk nebirine dixwazin tundî û zordariyê têk biin û vê wek polîtîka dimeşînin. Di êrîşa hatiye kirin de serokwekîla koma partiya me Gulîstan Kiliç Koçyîgît ji aliyê parlamenterên desthilatdariya faşîst ve hedef hatiye girtin.”
 
Em têkoşîna xwe bilind dikin’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev êrîş nîşaneya polîtîkayên ku jinan hedef digire ye. Êrîşa li hember hevala me Gulîstanê hatiye kirin li dijî îrade, reng, sekn û siyaseta jinê û têkoşîna wê hatiy ekirin. Em vê tundiya dewlet-mêr qebûl nakin. Em têkoşîna xwe bilind dikin.”