Li Marsîlyayê çalakiya 'Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re'

  • 14:15 16 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Marsîlya yê Fransayê aktîvîstên navneteweyî ji bo girtiyên siyasî yên li Îranê çalakiyek lidar xistin û piştgirî dan kampanya 'Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re'.
 
Aktîvîst li herêma Parc Longchamp a li Marsîlyayê roja 15'ê Tebaxê li hev kom bûn û bi daxwaza berdana aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî û girtiyên din ên siyasî yên li Îranê pankarteke mezin vekirin. Di çalakiyê de bi taybetî cezayê îdamê yê li Îranê hate şermezarkirin ku weke çekekê li dijî muxalîfên siyasî tê bikaranîn.
 
Aktîvîstan daxuyaniyek dan û gotin, "Cezayê îdamê li Îranê bi taybetî li dijî muxalîfên siyasî weke amûreke zextê tê bikaranîn. Piştî ku Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê ve hate kuştin, di encama çalakiyan û pevçûnê de cezayê darvekirinê li dehan kesan hate birîn. Aktîvîstên Kurd ên mîna Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî li kiryarên xerab û îşkenceyê rast hatin û ji aliyê rejîma Îranê ve bi sûcdariya endametiya rêxistinên muxalîf meha Tîrmehê cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn."
 
Aktîvîstên jin ên li Marsîlyayê diyar kirin ku ew ji civaka navneteweyî hîn bêhtir li benda piştgiriyê ne ku li ber binpêkirinên mafên mirovan rabin û ji bo berdana girtiyên siyasî yên li Îranê bang kirin.
 
Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di salvegera 14'emîn a darvekirina Şîrîn Elemhûlî û hevrêyên wê yên 9'ê Gulana 2010'an de kampanya 'Na ji îdamê re, erê ji jiyana azad re' dabû destpêkirin.
 
Di 23'ê Tîrmehê de cezayê îdamê li Pexşan Ezîzî, di 4'ê Tîrmehê de jî cezayê îdamê li Şerîfe Mûhammedî hatibû birîn. Li herdu jinan ku bi hefteyan di binê çavan de mabûn êşkenceya giran hatibû kirin.