YJK-E: Berxwedana jinên efgan berxwedana me ye

  • 13:25 16 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - YJK-E'yê ragihand ku Talîban hewl dide jinan ji hemû qadên jiyanê dûr bixîne û got: "Berxwedana jinên efgan berxwedana jinên kurd e."
 
Yekîtiya Jinên Kur a li Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku hêzên hegemonîk bi polîtîkayeke bi zanebûn Talîban, El Qaîde û çeteyên DAIŞ'ê bi rêxistin dikin û dixwaze bi destê wan komkujiyan li gel û jinan bikin.
 
Di daxuyaniyê de işaret bi desthilatdariya Talîbanê ya li Efganistanê hate kirin û hate gotin: "Hewl didin jinan ji qadên civakî, siyasî, zanistî û çandî dûr bixînin û mehkûmî mejiyê serweriya feodal û paşverû bikin."
 
Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku piştî 11'ê Îlonê hêzên NATO'yê operasyoneke leşkerî li Efganistanê kirin, li dijî Talîbanê şer kirin, dagirkerî kirin û wiha hat diyarkirin: "Di serî de DYE hêzên din mafên bingehîn û azadiya jinan radestî wan nekirin. Hebûna xwe ya dagirkeriyê li ser eşîr û qebîleyan meşandin, jin di nava tarîtiyê de hiştin. Piştî 20 salan bi hêzên ku şer kirin re li hev kirin û Efganistan ji Talîbanê re hiştin û krîz û kaos hîn giran kirin.
 
Berxwedana jinên efgan di heman demê de berxwedana me jinên kurd e. Li ser banga rêxistinên jinan ên Efgan em tevlî çalakiyên li Frankfûrt û Kolnê bûn û careke din ji van hêzên navneteweyî re ragihandin ku bûn hevparê vê şermê, ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û hesab bidin jin û mirovahiyê."