ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 16 Tebax 2024
  • Rojev
 
* Parlamentera Partiya Keskan a Awûstralyayê Abigail Boyd bêdengiya li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke têkbirina normên aştiyê yên navneteweyî nirxand û derbarê Ocalan de wiha got: “Birêz Ocalan ji bo statukoyê xeternak e ji ber ku çira hêviyê ye!"DÎMEN HEYE
 
* Dengbêj Mukaddes a li Wanê dijî, bal kişand ser zext û zordariya dewletê ya li ser zimanê kurdî ya ji berê heta niha û got, “Êrîşên hikûmetê li dijî hemû tiştên me ne. Pirsgirêka wan zimanê me ye. Derdê îktidarê zimanê me ye. Ew nikarin zimanê me qebûl bikin."
DÎMEN HEYE
 
* Endama DEM Partiyê Gul Ekîcî diyar kir ku astengkirin, girtin û cezayên li ser medyaya dîjîtal ji bo veşartina polîtîkayên neserkeftî yên hikûmetê yên bi taybet li Kurdistanê ne. Gul diyar kir ku divê li dijî zilma ku mafê îfadeyê li kesan sînordar dike, bibin yek. DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, diyar kir ku li gorî salên 1990'î em di warê azadiya ramanê de di pêvajoyeke dijwartir de ne û diyar kir ku Çapemeniya Azad a Kurd tevî qedexeyan jî ragihandina binpêkirinên mafan bi taybetî jî yên li Kurdistanê didomîne. BI DÎMEN