Polîsan li gelek bajaran bi ser malan de girtin

  • 13:34 15 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li hin bajaran di serdagirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Di serdagirtinên navçeyên Qereyazî, Qereçoban û Çadê de Aydin Sefîl, Îsmaîl Işık, Cuneyt Buyukkaya  û Serhat Kaçar hatin binçavkirin. Polîsan 4 kesên bi îdiayên ser hesabên xwe yên medya dîjîtal de “propagandaya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Erziromê. 
 
Mêrdîn
 
Li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Şemrex, Artûklû û Dêrikê yên Mêrdînê polîsan vê sibehê hemwext avêt ser hin malan. Di serdegirtina li Artûklûyê de Bawer Akpinar hat binçavkirin û polîsan ew radestî leşkeran kir. Li Nisêbînê jî di serdegirtinên malan de Çiya Tanhan û 4 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Li Q oser, Şemrex û Dêrikê jî herî kêm 8 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. 
 
Semsûr 
 
Li navçeyên Kolikê û Sergolan ên Semsûrê jî polîsan avêt ser hin malan. Di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin. Muhammed Yusuf Ayseren, Mehmet Oktulmuş û Furkan Orhan li navçeya Kolikê bi îdiaya "propaganda rêxistinê kirine" hatin binçavkirin. Rêveberê Navenda Partiya Komunist a Kurdistanê û berdevkê partiyê Yasîn Yetîşgen jî li navçeya Sergolan hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a SemsûrÂe. 
 
Êlih
 
Li taxa Cûdî ya Êlihê jî polîsan avêt ser gelek malan. Di serdegirtinên malan de ciwanên bi navê Hayrettîn Vural (18) û Suleyman Ekîncî (19) hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê. Hat zanîn ku her du ciwan bi hinceta ku li dawetê li ber stranên kurdî govendê gerandine. 
 
Dêrsim
 
Li Dêrsimê jî di 13'ê tebaxê de 3 kes hatibûn binçavkirin û duh ew birin dozgeriyê. Her sê kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Balikesir
 
Di serdagirtina malê ya li Balikeserê hatiye kirin de Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civiakî  (SES) Ozgur Haciosmanoglû hate binçavkirin. Têkildarî sedema binçavkirinê tu agahî nehatin parvekirin. Hat zanîn ku polîsan Haciosmanoglû yê binçav kirine birin Midûriyeta Polîsan a Balikesîrê.