Komeleya Dema Jinê rapora xwe eşkera kir: Jin dixwazin bi kurdî xizmetê bigirin

  • 15:19 14 Tebax 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Komeleya Dema Jinê, derbarê jinên kurd ên li Stenbolê dijîn de raporek amade kir û got: "Ji sedî 42 jin bi şîdeta derûnî û ji sedî 30,40 jî bi şîdeta fîzîkî re rûbirû dimîne. Ji sedî 54.7 jin jî dixwazin bi kurdî agahiyan bigirin." 
 
Komeleya Dema Jinê, rapora xwe ya "Xwegihandina mekanîzmayên serlêdan û şopandinê yên rêveberiyên herêmî yên bi zimanê dayikê, yên jinên kurd ên li Stenbolê dijîn" aşkera kir. Bi 75 jinên ku li navçeyên Sultanbeylî, Beygolu û Bagcilara Stenbolê dijîn re hevdîtin hat kirin û li ser vê yekê rapor hat amadekirin. Rapora ku hat amadekirin diyarî Fatma Altinmakas a ku di 14'ê Tîrmeha 2020'an de li Milazgira Mûşê hat qetilkirin, hat kirin. 
 
Di raporê de hat diyar kirin ku dê li dijî polîtîkayên newekhevî û gotinên zayendperestiyê dê têkoşîna xwe ya maf bidomînin û wiha hat gotin: "Bi 75 jinan re hevdîtin pêk hat. Ji sedî 54,7 jin li derve kar nakin û tenê li mala xwe dixebitin. Jinan di hevdîtinan de diyar kirine ku di şert û mercên kar de newekheviyek li hemberî jinan heye. 
 
Ji sedî 42 jin ji şîdeta derûnî û ji sedî 30,40 jin jî bi şîdeta fîzîkî re rûbirû dimîne. Herî zêde jî bi şîdeta hevjînê xwe re rûbirû dimînin. Ji sedî 83,9 jin dema şîdetê re rûbirû dimîne serî li saziyan dide. Ji sedî 16,1 jin jî serî li saziyan nade. Ji ber ku baweriya xwe bi saziyan naynin. 
 
Ji sedî 91 jin di mijara şîdetê de dixwazin xwedî agahiyê bin, ji sedî 54,7 jin jî dixwazin agahiyan, bi kurdî hîn bibin. Jinan di raporê de da zanîn ku bi kurdî bêtir jin dikarin xwe îfade bikin û biaxifin. Her wiha ji sedî 50 jin ji ber kurdî diaxifin bi cudakariyê re rûbirû dimînin. Ji sedî 28,5 jin dixwazin di makeqanûnê de xizmeta zimanê dayikê bê bicihkirin. Her wiha ji sedî 21,4 jin jî daxwaza personelên ku bi kurdî dizanin kir. "
 
Her wiha ji bo amadekirina raporê jî ji Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Şaredariya Avcilarê û Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Şaredariya Beşîktaşê hevdîtin hatiye kirin. Di raporê de hat diyar kirin ku Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Şaredariya Avcilarê tercûman nîne, lê personelên ku bi kurdî diaxifin hene û bi vî rengî dikarin alîkarîye bigirin."