Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da

  • 11:42 14 Tebax 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Dadê da. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê tecrîdkirin û 41 meh in agahî jê nayê girtin re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Dadê da. 
 
Di daxwaznameya Omer Ocalan de wiha hat gotin: "Em weke malbatê agahî ji birêz Abdullah Ocalan ku niha li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin nagirin û ji rewşa wî ya tenduristiyê bi fikar in. Ez wek biraziyê wî dixwazim di 16.08.2024’an de serdana birêz Abdullah Ocalan bikim. Ez dixwazim ji bo hevdîtin pêk were, tişta pêşwîst çi be were kirin.”