ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 14 Tebax 2024
  • Rojev
 
* Emîne Dag a li Sûrê dijî, diyar kir ku di temenekî biçûk de ji aliyê kalikê xwe ve bi zorê hatiye zewicandin û zilamê ku pê re zewiciye jî di demeke kurt de carek din zewiciye. BI DÎMEN 
 
* Welatiyên li gundê Xirwate ya Geverê dijîn, diyar kirin ku ji ber qeyrana aborî nikarin debara xwe bikin. Bêrîvanên li herêmê destnîşan kir ku ji ber bihabûnê tiştekî di destê wan de nemaye. BI DÎMEN 
 
*Penîrê giya bi taybetmendiya xwe balê dikişîne ser xwe. Fehîme Kardaş a li gundê Xokan ê navçeya Elbaka Wanê dijî, behsa çêkirina penîr û berhevkirina pincarên penîr kir. BI DÎMEN 
 
*Jinên li Şehbayê yên li dijî êrişên dewleta tirk bertek nîşan dan bi lêv kirin ku ew ê li dijî êrişên dewleta tirk berxwedana xwe geş bikin û wiha gotin:"Ev bû 7 sal in ku em di van qampan de tevî şer, alozî û mercên giran li berxwe didin. Lê belê dîsa jî me bi carekê dest ji berxwedana xwe berneda. Îro em ne ew civaka berê ne ku li hemberî dagirkerî û desthilatdariyê serî bitewînin, îro em li ser piyan e û li ber xwe didin."  BI DÎMEN