Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin

  • 22:52 13 Tebax 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, li seranserê bajêr gelek qad wekî "herêma ewlehiya taybet" îlan kirin.
 
Walîtiya Şirnexê, gelek qadên girêdayî navendê û navçeya Silopiya, Qileban û Elkê heya 15 rojan wekî "herêma ewlehiya taybet" îlan kirin. Di nava van qadan de hin deverên girêdayî Besta, Gabar, Cûdî û Faraşînê jî hene. Qedexe wê heya 29'ê tebaxê bidome.