ROJEVA 13'YÊ TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 13 Tebax 2024
  • Rojev
 
* Endama NADA’yê Khadija Rhadider barê cezayê darvekirinê yê jinan li Îranê de wiha got: “Jinên li Kurdistanê di warê rêxistinbûyîna civakî ya ku ava kirine de ezmûneke bêhempa afirandine û destkeftiyên ku li welatên ku doza demokrasiyê dikin jî bi dest xistine. Fikra ku jin wê azad bibe û tevkariyê li azadiya gelê xwe bike, rejîmê ditirsîne."
 
* Remziye Îdi û keça wê Rukiye Îdi ku li Curnê Reşê firîngiyan diçînin balê dikişînin ser zehmetiyên ku di vê pêvajoyê de jiyane. Rukiye wiha got: “Eger fabrîqe bûya me evqas ziyan nedidît. Lê ji ber ku kargeheke me nîne, di firotinê de zehmetiya me heye, ji ber wê jî em neçar in ku erzan bifroşin."  DÎMEN HEYE
 
* Jinên tevli çalakiya xwendina pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn da zanîn ku fikir û ramanên Abdullah Ocalan ji bo li her derê belav bibe çalakiyên bi vî rengî gelekî girîng in û gotin:"Divê hemû kes pirtûkên Rêbertî bixwînin û nas bikin." DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Derya Ren ji Girtîgeha Jinan a Amedê serbest hat berdan û Derya herî zêde bêriya wêne kêşandin û nûçegihaniyê kiriye. Derya bal kişand ser zextên li girtîgehê û got: "Divê em li dijî her cureyên îşkenceyê dengê xwe bilind bikin û her wiha pêwiste civak jî bibe dengê girtiyan." BI DÎMEN