Li dijî kuştina jinan pêlav danîn ber wezaretê

  • 14:59 12 Tebax 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê, li ber Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî pêlav hiştin û bal kişandin ser qetilkirina jinan û gotin: "Li derveyî malbatê jî jiyan heye, malbata pîroz nîne."
 
Jin li ser banga Platforma Jinan a Enqereyê li ber Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî li hev civiyan û polîtîkayên ku wezaretê di bin navê "malbata pîroz" de dide meşandin şermezar kirin. Jinên ku xwestin balê bikişînin ser kuştina jinan beriya daxuyaniya çapemeniyê pêlav li ber wezaretê hiştin. Jinan gelek caran bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "kuştina jinê polîtîk e" berz kirin.
 
Li ser navê platformê Buse Uçer daxuyanî da û got: "Desthilatdariya ku jinan ji tundiya mêr naparêze û şîdeta mêr pêş dixe, bi rêya darazê careke din jinan ceza dike. Pêleke din a êrişên li dijî destkeftiyên jinan jî darbeya qeyûm a li dijî pergala hevserokatiyê bû. Bi tayînkirina qeyûman, girtin û dûrxistina ji wezîfeyê hewl didin pêşî li pêkanîna pergala hevserokatiyê bigirin. Pergala hevserokatiyê ku ji bo jin di siyasetê de bibe qonaxeke pir girîng a gotin û biryarê ye, di heman demê de ji bo avakirina şêwaza siyasetê ya jinê jî amûrek e. Êriş ne tenê li dijî pergala hevserokatiyê tê kirin, her wiha hemû qadên xebatê yên jinan ên ji aliyê şaredariyan ve bi rêya qeyûman hatine avakirin tên girtin. Navend û saziyên jinan ên li dijî tundiya li ser jinê yan tên girtin yan jî ji aliyê mêran ve tên birêvebirin û êdî ew nabin navendên jinan. Bi kurtasî hikûmet dibêje 'vegerin malên xwe!'
 
Hikûmet di avabûna civakî ya nû ya ku dixwaze biafirîne de 'malbata pîroz', 'jinek maqûl' û şîdetê li ser jinan ferz dike. Ew 'jinên maqûl' wek mijarên damezrîner ên pergala nû dibîne. Ji bo vê jî herî zêde êrişî jinan, têkoşîna jinan û femînîstan dike. Em jin jî careke din bi bîr tînin: Em ê ne bibin girtiyên malbatên we û ne jî bibin 'jinên maqûl'. Bi kurtî, Pakêta Darazê ya 9'emîn yek ji wan pakêtên bêhejmar e ku ji bo jiyan û mafên jinan hedef digire û mêr û malbatê xurtir dike. Çawa ku ji berê heta îro me gotina 'Reîsê malê mêr e' qebûl nekiriye em niha jî qebûl nakin. Her wiha me hemû destkeftiyên xwe bi têkoşînê bi dest xistine, em ê li hemberî vê pakêta darazê jî bêdeng nemînin.  Em ê ji bo maf û jiyana xwe têkoşîna xwe bidomînin. Bijî hevgirtina jinan!”