'Bi rêxistinbûyinê em dikarin tundiya li ser jinê bidin sekinandin'

  • 09:03 12 Tebax 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Nazmiye Ulker da zanîn pêwîst e em serdemeke ku yek jin jî bê rêxistin nemîne ava bikin û got, "Em bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî dikarin tundiyê bidin sekinandin."
 
Tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe, her roj herî kêm 8 jin tên qetilkirin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku di polîtîkayên şîdet û qetlîamên li ser jinan de israr dike, êrîşên xwe yên bi armanca desteserkirina, destkeftiyên jinan didomîne. Desthilatdariya ku di polîtîkayên tundiyê de israr dike, bi polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide mêr. Li aliyê din jin hem li dijî komkujî û hem jî li dijî polîtîkayên bêcezakirinê li her qadê têkoşîna xwe berfireh dikin. Li gorî daneyên ajansa me berhev kir, di meha tîrmehê de 21 jin hatin qetilkirin û ji wan 22 jin di nava şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dan.
 
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nazmiye Ulker ji JINNEWS’ê re zêdebûna tundiya li ser jinê û xeta têkoşînê ya li dijî tundiyê nirxand û got, “Pêwîst e em serdemeke ku yek jin jî bê rêxistin nemîne ava bikin."
 
'Zagonên parastina jinan yek bi yek ji holê radikin'
 
Nazmiye diyar kir ku di 12 salên dawî de tundiya li ser jinê zêde bûye û êrîşên li ser destkeftiyên jinan zêde bûne û diyar kir ku gelek saziyên jinan hatine girtin. Nazmiye destnîşan kir ku bi girtina saziyên jinan re mekanîzmayek ku jin serî lê bidin nemaye û got, “Jinan her tundî dîtin, sîstemê cihê serlêdanê nehiştin. Di her pakêta darazê de her tim rêziknameyên ku destkeftiyên jinan paşve dixin tên çêkirin. Destkeftiyên jinan bi taybet Peymana Stenbolê hedef digirin. Zagonên parastina jinan yek bi yek ji holê radikin. Polîtîkayên bêcezakirinê berdewam dikin."
 
Hiqûq û edalet!
 
Nazmiye parve kir ku mêrên ku jin qetil kirin bêceza hatin xelatkirin. Nazmiye diyar kir ku kiryar piştî serbestberdanê, jinan careke din qetil dikin. Nazmiye bal kişand ser qanûna efûyê û wiha got: “Bi qanûna efûyê re jiyana jinan roj bi roj dikeve xeteriyê. Xizanî, tundî û bêkarî her roj zêde dibe. Lêbelê, şer jî bandorek mezin dike. Bi giştî di civakê de hawîrdora tundiyê hatiye afirandin. Pîvana qanûnî jî parçeyek ji vê ye. Li cihê ku hiqûq û edalet lê tune ye herî zêde bandorê li jinan dikin. Bêhiqûqî û bêedaletî pêşî bandorê li jinan dike. Ev pêşî di jiyana jinan de derdikevin holê."
 
'Pêwîst e serdemek ku tê de jinek bê rêxistin nemîne were afirandin'
 
Nazmiye diyar kir ku yek ji sedemên herî mezin ên êrîşan destkeftiyên jinan û têkoşîna xurt a jinan e û got, li dijî polîtîkayên şîdet û qetlîamên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser jinan, hevgirtina jinan girîng e. Nazmiye bal kişand ser girîngiya hevgirtina jinan a li hemberî van êrîşan û wiha got: “Hişyariya jinan girîng e û divê bi vê hişmendiyê xwe biparêzin û têbikoşin. Êdî eşkere ye ku ev sîstem nikare tiştekî ji jinan re bike. Têkoşîna jinan a rêxistinkirî loma girîng e û hemû jin pêwîst e piştgiriyê bidin hev. Tenê eger em bi vî awayî bikin em dikarin vê tundiyê bi dawî bikin. Pêwîst e serdemek ku tê de jinek bê rêxistin nemîne were afirandin."