ROJEVA 12'YÊ TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 12 Tebax 2024
  • Rojev
 
*Nivîskar Nêrgiz Îsmayîl têkildarî ziman, wêje û rola jinan a di wêjeyê de da zanîn divê jin bi pênûsa xwe li pêş bin û ew zimanê xwe neparêzin ew ê nikaribin hebûna xwe jî biparêzin û got:”Nivîsandin min dikişîne nava bazdanekê.” DÎMEN HEYE
 
*Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Ayten Kiran tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û serlêdanên parêzeran nirxand û got, “Bi sedan parêzer ji bo biçin Girtîgeha Îmraliyê bi dildarî serlêdan kirin. Çima destûr nadin van parêzeran li ser girtîgehê çi vedişêrin?" DÎMEN HEYE
 
* Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Nazmiye Ulker da zanîn pêwîst e em serdemeke ku yek jin jî bê rêxistin nemîne ava bikin û got, "Em bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî dikarin tundiyê bidin sekinandin." DÎMEN HEYE