Foza Yusif banga diyalogê kir

  • 20:28 11 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif diyar kir ku gelên li herêmê ji diyalogê re vekirî ne û anî ziman ku Sûriye ya suriyeyiyan e, çareserî di destê Sûriyeyan de ye; ne di Astana û Cenevê de ye.
 
Foza Yûsif geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, bandorên wê li ser herêmê, armanca êrişa dawîn ên li ser kantona Dêrazorê û çareseriya aloziyê û helwestên hêzên herêmî li hember Sûriyeyê nirxandin.
 
Foza diyar kir ku şerê cîhanê yê sêyemîn bi rê û rêbazên cuda dewam dike û got: "Rojhilata Navîn navenda şerê cîhanê ye. Sedeme kî ve yekê ew e ku rêyên bazirganiyê yên serekê di vê herêmê re derbas dibin. Li ser vê yekê di serî de Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên vê herêmê civakên xwe ji encamên vî şerî biparêzin."
 
Foza anî ziman ku divê gelên herêmê siyaseteke rast bimeşînin û bi awayekî rast geşedanan binêrin, di serî de projeya Rêveberiya Xweser destkeftiyên hatin bidestxistin biparêzin.
 
‘Hêzên li dor me naxwazin projeya me bi ser keve’
 
Foza bal kişand li ser êrişên çekdarên Difa El Wetenî û komên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî rojhilatê Dêrazorê kir û got: "Hêzên li dor me naxwazin projeya me bi ser keve. Rewşa li Dêrazorê berdewama hewldanên têkbirina projeya me ye. Careke din hikumeta Şamê dixwaze Sûriye vegerîne beriya 2011`an, mîna li Qamişloyê sala 2004`an kiriye."
 
Foza bi bîr xist ku bûyerên li Dêrazorê berdewama binkeftina heman aliyan e ku sala 2023`yan xwestine fitneyê derxist û tevna civakî ya herêmê xirab bikin.
 
Li gorî Foziyê, êriş wê ne yên dawîn bin û wiha domand: "Şoreşa me hîna negihiştiya armanca xwe, gef mezin in. Armanca normalîzekirina di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, bi beşdariya hêzên herêmî û navneteweyî û hêzên dîtir firehtkirina qada şer û kûrkirina aloziya Sûriyeyê ye. Di heman demê de ji bo têkbirina destkeftiyên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."
 
Banga diyalogê
 
Foza da zanîn ku helwesta partiyên siyasî yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî xwe ye wiha pê de çû: "Diyalogên navxweyî rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. Gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi hêzên xwe yên leşkerî êrişan bê bersiv nehêlin û dê nehêlin rewş vegere beriya 2011’an."
 
Foza bang li hikumeta Şamê kir û wiha got: "Devê hikûmeta şame dev ji çareseriya leşkerî berde.  Vebijêrka siyasî nakeve xizmeta gelê Sûriyeyê û yekitiya xaka wê.
 
Foza diyar kir ku vebijêrka leşkerî ya hikumeta Şamê pejirandiye û êrişên çekdarên Dîfa El Wetenî yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk, li gorî berjewendiyên dewleta Tirk e.