Zarokek di bendava Gelê de xeniqî

  • 19:18 11 Tebax 2024
  • Rojane
 
AMED - Havîn Taş a 16 salî ya li navçeya Gêlê ket bendavê xeniqî û jiyana xwe ji dest da. 
 
Zaroka 16 salî Havîn Taş a ku li navçeya Gêlê ya Amedê ket Gola Bendava Dîcleyê, xeniqî û jiyana xwe ji dest da. Bûyera ku danê nîvro pêk hat bi telefona destan hat qeydkirin. 
 
Havîn Taş a ku bi hevalên xwe re çû seyranê, piştî demekê ket Gola Bendava Dîcleyê. Welatiyên derdorê Havîn ji avê derxistin û rewş ji Navenda Telefonên Lezgîn a 112'an re ragihandin. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Havîn li Nexweşxaneya Dewletê ya Gêlê jiyana xwe ji dest da. 
 
Hat destnîşankirin ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.