Li Efrîqaya Başûr li dijî darvekirinan çalakî li dar xistin

  • 13:17 11 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li eyaleta Gauteng a Efrîqaya Başur, li Pretoriayê çalakiyek ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî ya ku Îranê cezayê darvekirinê li wan biriye, li dar xistin. Jinan peyama “Heta hemû kes azad nebin em nasekinin dan.”
 
Yekitiya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR), Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê ku di 9’ê Gulana 2010’de hatibûn darvekirin, bi bîr anîn û tevgera “Ji bo Darvekirinan Na, Ji bo Jiyana Azad Erê” da destpêkirin.
 
Ji bo ku cezayê darvekirinê yê ji aliyê Îranê ve li rojnameger Pexşan Ezîzî û aktivîsta mafên karkeran Şerîfe Muhammedî hat dayîn şermezar bikin û ji bo piştgirî bidin tevgerê, jinên li Efrîqaya Başûr çalakî li dar xistin. Bi armanca ji bo tevli tevgera “Ji bo Darvekirinan Na, Ji bo Jiyana Azad Erê” dengê yekbûyî bibin di 10’ê Tebaxê de li pêşiya Balyoza Pretoria ya Îranê çalakî hat lidarxistin. 
 
Saziyên weke Koma Jinê ya Parka Azadiyê ya Baregeha Şehîd Îvana Hoffman Abahlalî, Tevgera Hişmendiya Reş û Şehîd Aaron Bushnel rêxistinê wekî Xwarin ne Bombeyên Navneteweyî ya ji bo çalakiyê hatin gel hev. 
 
Di çalakiyê de payama “Em rejîma Îrana zalim şermezar dikin” hat dayîn.
 
Di daxuyaniya ku hat xwendin de wiha hat gotin: “Em plan dikin ku bi ruhê yekitiya jinan ji bo kesên ji ber neheqiyên wê demê hatin darvekirin û bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane, rêxistinbûn û xebatên hevpar bidomînin. Heta ku her kes azad nebe em nasekinin.”