Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye

  • 21:50 10 Tebax 2024
  • Rojane
STENBOL - Çalakiya nobedê ya li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ya li Meydana Şîşhaneyê hat destpêkirin di roja 58'an de dewam kir. 
 
Çalakiya nobedê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, li Qada Şîşhaneyê di roja 58'an de dewam kir. Gelek nûnerên partiyên siyasî, sendika û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Çalakgeran tîşortên ku "bicehim qeyûm" li ser nivîsandî li xwe kirin. Di çalakiyê de dowîzên li ser "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Bijî berxwedana zindanan" û "Wê qeyûm hesab bide" nivîsandî hatin hilgirtin. 
 
Di çalakiyê de metna daxuyaniyê ya der barê êrişên Tirkiyeyê û PDK'ê yên li Herêma Kurdistana Federe de ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) belav kiribû hat xwendin. 
 
Paşê ji bo şermezarkirina êrişên li ser zimanê kurdî û çanda kurdî li ber stran kurdî govend hat gerandin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Kartalê Mete Asnaş bal kişand ser girîngiya nobedê û got: "Em ji bo bibêjin, tayinkirina qeyûm qebûl nakin li vir in. Banga me jib o hemû demokrasîxwazan e; ger hûn îro li hember tiştên tên serê gelê kurd xwe li ker û lalîtiyê deynin, sibê hûn ê jî nikaribin serî bi van re derxin. Lewma ji bo demokrasî, aştî û biratiyê dengê xwe derxin."