4 cenaze li nexweşxaneya Şirnexê tên sekinandin

  • 16:06 9 Tebax 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Hat zanîn ku di operasyona leşkerî ya li bejahiya Elkê hatiye destpêkirin de 3 endamên HPG’ê û endameke YJA Starê jiyana xwe ji dest dane.  
 
Li herêma gundên Hemka, Pîrosa û Melesa yên bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve di  21’ê hezîranê de operasyon hatibû destpêkirin û ev operasyon berdewam dike. Hat zanîn ku di operasyona ku hatiye destpêkirin de 3 endamên HPG’ê û endameke YJA Starê jiyana xwe ji dest dane. 
 
Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Du malbat ji bo teşhîskirina cenazeyên zarokên xwe hatin Şirnexê. Lê belê ji ber ku cenaze nayên naskirin malbatan nekaribûn teşhîs bikin û ji bo DNA’yê xwîn dan. Cenazeyên li morga nexweşxaneyê tên sekinandin tê payîn piştî encamên testa xwînê dê bidin malbatan.
 
Her wiha dorpêça leşkerî ya li ser her sê gundan hê jî didome. Leşkeran noqteyên kontrolê danîne û ketin û derketina gundan asteng dikin.