Gundên Minbicê hatin topbarankirin

  • 11:23 8 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk û komên girêdayî wê duh derengê şevê gundên kantona Minbicê bi çekên giran topbaran kir.
 
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk ûkomên girêdayî wê duh derengê şevê gundên Seyada û Girhiyok ên Minbicê bi hawan û obîsan topbaran kirin.
 
Li gorî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, li dijî gundê Ereb Hesen jî êrişek bi balafireke bê mirov a bi çek hat kirin, di encamê de zerarên madîn çêbûn.
 
Artêşa Tirk û komên girêdayî wê duh bi şev jî gundên Seyade, Dendeniyê, Um Cilûd, Ereb Hesen, Toxar, Cat, Ewn Dadat, Kawiklî bi 52 guleyên hawn û obîsan topbaran kirin.