Narîman Evdikê: Tevî êrişan em xebatên wêjeyê dewam dikin

  • 09:04 5 Tebax 2024
  • Çand û Huner
 
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Narîman Evdikê da zanîn tevî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û astengiyên li pêşiya jinên wêjekar jî ew bi hêz û coşekê  xebatên xwe yên wêjeyê dikin û got:” Divê em xetên sor ên civakê û hişmendiya baviksalarî ji me re daniye ji holê rakin, wekî jinên wêjekar em dest bidin hevdu. Her wiha em li dijî êrişên dewletan têkoşîna xwe bidomînin. Divê em nivîskarên jin ên çar aliyên Kurdistanê bi hev re bibin alîkar da ku  gavên jinên kurd ên nivîskar, hîn dewlemend bibe.”
 
Nivîskar Narîman Evdikê ya ji bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ev demeke dirêj e bi kar û xebatên di qada ziman û wêjeya Kurdî de cihê xwe digire û di heman demê de jî di nava çalakiyên ji bo kesên astengdar de jî cihê xwe digire bal kişand ser berhemên xwe yên wêjeyî û xebatên ku di vê qadê de dike.  Narîmanê ya ku di heman demê de bal kişand ser rewşa jinan a di aliyê wêjeyê de û bandora perwerdeyê ya li ser pêşketina ziman û wêjeya Kurdî da zanîn ew hejmareke jinên ku mohra xwe li vê qadê xistine û dibêjin em hene dibînin û wiha got:” Wexta mirov bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne mirov dikare hîn hêsantir binivîse jî. Mirov dikare wê demê fikir û ramanê xwe bi rehetî bi zimanê xwe binivîse. Wê demê jî ew berhem dibe malê kurdî.
 
‘Destpêka nivîsa min ji xwendinê hat’
 
Nivîskar Narîman Evdikê berê behsa çîroka nivîsandina xwe ya destpêkê kir û wiha got:”Dema ez zarok bûm, min didît bavê min gelekî dixwend. Dema pirtûkek dixwend ji me re behsa wê pirtûkê dikir. Vê yekê bala min dikişand. Min jî digot ka ez jî bixwînim. Carinan min pirtûkê ji temenê xwe mezintir dixwend, pirtûkên ku min jê fam nedikirin. Dema min dixwend bandor li ser min dikir. Min digot, ‘gelo çima ez jî wiha nanivîsim, gelo wê ew roj were ku ez navê xwe li ser pirtûkekê bibînim?’  Destpêka nivîsa min ji xwendinê hat. Piştî vê di qonaxa navîn a dibistanê de hinek ders di dibistanê de hebûn û min jê hez nedikir. Jê direviyam. Wê demê di dersê de min ji xwe re tiştek dinivîsand. Destpêka min a nivîsandinê jî bi vî rengî bû. Min nizanîbû gelo tiştên ez dinivîsim çîrok in, pexşan in. Me di dibistanên rejîmê de gelek zehmetî dikişandin. Min bi tîpên latînî û bi kurdî dinivîsand. Ji ber dibistanên rejîmê bû ev tirsa nivîsandina bi kurdî û tîpên latînî bi min re hebû. Wexta min dinivîsand piştre min diçirand û diavêt. Lê dema ez mezin bûm jî ez poşman bûm ji ber ku min ew nivîsên xwe çirandibûn. Min wê demê dixwest ez beşa wêjeyê bixwînim da ku ez xwe pêş bixim. Min çîrokên zarokan jî dinivîsand. Çîrokên min ên pêşîn ji bo zarokan bû. Lê mixabin ji ber ku min çirand û avêtin îro berhemeke min a zarokan tune ye.”
 
‘Min di destpêkê de çîrokên xwe di kovaran de weşand’
 
Narîmanê bal kişand ser mijar û naveroka berhemên xwe û wiha pê de çû:” Min di destpêkê de di warê çapkirina pirtûkan de ecele nekir. Min di destpêkê de çîrokên xwe di kovaran de weşand. Hinek jê hatin wergerandin jî. Li Rojava û Bakurê Kurdistanê hatin çapkirin. Ez tenê bi kurdî dinivîsim. Hinek gotubêjên min ên li ser wêjeyê jî hem li Rojava hem jî li Bakurê Kurdistanê hatin weşandin. Di wekî kovarên bi navê W, Rewşen, Sîwan, Şermole, Rojava de hatin weşandin. Wekî pirtûk berhema min a ewil Xewnên bi Êş bû. Ew jî li ser bibîranînên hinek hevalên me bûn. Min amadekariya vê pirtûkê kir. Ya duyem pirtûka Ewrên Havînê ye. Ev jî ji çîrokên jinan pêk tê. Piştre min berhema Berberoj Birîndarên Ber Bi Rojê ve Diçin derxist. Di vê berhemê de jî min çîrokên di jiyanê de yên rasteqîn nivîsandine. Ev jî di 2019’an de hat çapkirin. Di 2024’an de jî pirtûka min a bi navê Derî derket. Ev berhem jî di hundurê xwe de 9 çîrokan dihewîne. Çîrokên xeyalî ne. Niha jî ez li ser berhemeke dinê dixebitim. Ji bo ez sûdê zêdetir ji nêrînên li derdora xwe bigirim ez hinekî navberê dixim nava çapkirina berhemên xwe. Ji ber ez naxwazim têkevim nava şaştiyan loma jî ez navberê didêm.”
 
‘Kar û xebatên min kirine, hêz dane min’
 
Narîmanê diyar kir ku ji bo ew di qada wêjeyê de hîn bêhtir pêş bikeve di nava xebatên saziyên ziman û wêjeyê de cihê xwe girtiye û wiha got:” Ez di Rêveberiya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digirim. Min di rêveberiya  Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ( HRRK ) de jî cih girtiye. Min di Koma Edîtortiya Kovara Rojava ya ji aliyê HRRK’ê ve derdikeve de cih girt. Her wiha ez di nava xebatên Kovara Destar a li Bakurê Kurdistanê de jî cih digirim. Ev kar û xebatên min tê de cih girtine her tim hêz dane min.”
 
Xelata rûmetê ya Cegerxwîn digire
 
Narîmanê di heman demê de bi lêv kir ku wê di qada ziman û wêjeyê de hinek xelat jî girtine û wiha lê zêde kir:” Min di Mîhrîcana Kobanê de xelata çîroka duyemîn girt. Di Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî ya bajarê Qamişloyê de min xelata yekemîn a çîrokê girt. Min di qada wêjeyê de xelata rûmetê ya Cegerxwîn jî girtiye. Ji ber ku ez miroveke astengdar im loma ez di warê karê astengdariyê de jî çalak im. Loma min xelata Dezgeha Roz a jinan girt. Wekî jineke rêveber, çawa dikare rêveberiya saziyan bike, min ev xelat girt. Min xelata Mirovatiyê ji aliyê Dezgeha Şawîşka ve girt.”
 
‘Me wekî jinên kurd di qada wêjeyê de gavên pîroz avêtine’
 
Narîmanê ji aliyekî ve jî bal kişand ser rewşa jinên wêjekar û wiha got:” Di 10-15 salên dawiyê de jinên wêjevan ên kurd gavên girîng avêtin. Em di warê nivîsê de hejmareke jinên nivîskar dibînin. Em hejmareke jinên ku mohra xwe li vê qadê xistine û dibêjin em hene dibînin. Me wekî jinên kurd di qada wêjeyê de gavên pîroz avêtine. Jin her wiha di qada rexnegiriyê de jî êdî xwe dibînin. Jin tevli komên rexneyê dibin. Jin berhemên xwe datînin ser maseyê da ku bê nirxandin. Lê em nikarin bêjin 10-15 sal berê bi vî rengî bû. Îro jinên nivîskar rojên îmzeyê yên pirtûkên xwe çêdikên. Li ser pirtûk û qada wêjeyê ya giştî dixebitin. Lê li vir em dikarin bêjin lawaziya me di hinek mijaran de heye. Gelek jin xwe wekî wêjevan nabînin. Divê ev jin di mijarên wêjeyî yên semîneran de cih bigirin, vê yekê guftugo bikin. Di nivîsandina gotaran, tevlibûna panel û bernameyên televizyonan de divê jin bikaribin xwe pêş bixin. Divê em xetên sor ên civakê û hişmendiya baviksalarî ji me re daniye ji holê rakin. Divê em sînorên derdorê ji me re daniye ji holê rakin. Loma divê wekî jinên wêjekar em dest bidin hevdu. Her wiha em li dijî êrişên dewletan têkoşîna xwe bidomînin. Divê em nivîskarên jin ên çar aliyên Kurdistanê bi hev re bibin alîkar da ku ev gavên jinên kurd ên nivîskar diavêjin hîn dewlemend û hîn pîroztir bibe.”
 
‘Tevî êrişan jî bi hêz û coşeke mezin em xebatên xwe dewam dikin’
 
Narîmanê da zanîn tevî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê tên kirin jî ew li berxwe didin, êriş bandoreke mezin li ser kar û xebatên wan dikin û wiha got:” Ev êrişên li Rojavayê Kurdistanê dibe hemû cîhan dibîne. Ev êrişên piralî ji her alî de bandorê li civakê dike. Bandorê li jiyana me ya rojane jî dike. Di heman demê de ev êriş bandoreke mezin li ser qada me ya wêjeyê jî dike. Ji ber li vir bingeheke kar û xebatan heye divê ev bingeh bidome. Gelek saziyên me yên bi karê wêjeyê mijûl dibin li vir hene. Dîwana Wêjeyê, Weşanxane, kovar, dezgehên me yên çandê hene. Lê ev hemû li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê li berxwe didin. Ji ber êrişan plansaziyên em datînin ber xwe ji wan em dikarin ji sedî 50’î an ji sedî 60’î bi cih bînin. Lê carinan em mecbûr dimînin ji ber êrişan projeyên xwe ji kokê bidin sekinandin. Ev êriş li hemberî xebatên me dibin pirsgirêk û asteng. Wekî mînak ez bidim. Weşanxaneya Şilêr û weşanxaneyên wekî dinê li vir hene. Her sal bi hejmarên baş pirtûk ji vir derdikevin. Lê belê êriş bûn sedem ku çapkirina pirtûkan kêm bibin. Ji ber êriş bandorê li milê aboriyê jî dike gelek mîhrîcanên me û projeyên me yên wergerê jî îsal rawestiyan. Lê belê tevî êrişan jî bi hêz û coşeke mezin em li vir kar û xebatên xwe dewam dikin. Em karên xwe yên nîvcomayî temam dikin. Heta ji me tê em hewl didin ku ev êriş bandorê li me nekin. Heta ji me tê em hewl didin bandorên neyînî yên êrişan kêm bikin. Li vir pirsgirêka ceyranê jî heye û ev bandorê li ser kar û xebatên me dike.”
 
Pirsgirêkên jinên nivîskar pê rû bi rû bi dimînin
 
Narîmanê bal kişand ser pirsgirêk û astengiyên ku jinên nivîskar ên li Rojavayê Kurdistanê pê rû bi rû dimînin û wiha got:” Rewşa li Rojavayê Kurdistanê bandorê li ser her kesî dike. Rojane astengî û pirsgirêkên nû rû didin. Em vêya dikarin bi giştî binirxînin. Dema em bên ser jinên nivîskar em dikarin bibêjin li vir astengî dibin du beş. Beşek ji astengiyên em ji xwe re datînin a din jî ya ku  civak ji me re datîne. Zihniyete ku ji sedî sed jina nivîskar bi hemû hêz, huner û berhemên wê qebûl bike tune ye. Em ji sedî sed hîn negihaştine asteke wiha. Loma ev ji bo jinan dibe astengî. Lê li aliyekî dinê jî dema em dinêrin hemû sazî û dezgehên me girîngiyê didin jinan. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Çalakî û xebatên hebe tê xwestin jin di wan çalakiyan de li pêş bin. Ev yek jî hêzekê dide me. Lê belê ji aliyekî jî wekî jin hîn hinek metirsiyên me hene û em vê fersenda di destê me de ye baş bi kar nînin. Mijarên tên nîqaşkirin gelekî sînordar in. Xetên sor hene. Em di pênûsa jinan de ji sedî sed azadiyekê nabînin. Jinên nivîskar li vir ji sedî sed bixwebawer tev nagerin. Di qada wêjeyê de jî mêr bêtir belav bûbûn û jin gavekê paş de mabûn. Ji bo ev bê şikandin gelek gavên pîroz hatine avêtin. Yek ji pirsgirêkên dinê jî ew e ku jinên li Rojavayê Kurdistanê wekî erdnîgarî sînordar mane. Dema kongre, semîner, panel û çalakiyên wekî dinê li derveyî sînor çêdibên jinên li vir nikarin herin. Ev jî dibe sedem ku asoya me ya nivîsandinê teng bibe. Di heman demê de jî adetên civakî yên wekî ‘bila jin dernekevin derve’ jî li pêşiya nivîskariya jinên li Rojavayê Kurdistanê dibû asteng. Nivîskarên mêr derfetên derketina derve û pêşxistinê bi dest dixin lê belê jinên nivîskar li gor wan nikarin zêde bi dest bixin. Dema jinek li Rojavayê Kurdistanê berhemekê çap dike jinên li Başûr, Bakurê Kurdistanê û welatên dinê nikarin xwe bigihêjên û bixwînin. Ev jî dibe pirsgirêk.”
 
‘Ji bo wêje pêş bikeve divê pirsgirêka ziman bê çareserkirin’
 
Narîmanê da zanîn ku ji bo wêje pêş bikeve divê ziman berê pêş bikeve û hîn li gelek cihan pirsgirêka qedexekirina zimanê Kurdî heye û wiha got:” Divê wexta em bibêjin wêjeya kurdî em behsa her çar aliyên Kurdistanê bikin. Ji bo wêje pêş bikeve divê pirsgirêka ziman bê çareserkirin. Zimanê kurdî hîn li gelek cihan qedexe ye. Hîn gelek kes zehmetiyê dibînin ku bi Kurdî binivîsin. Ji bo em ziman û wêjeya xwe pêş bixin divê em komxebatan li dar bixin, kargehan vekin. Divê civînên berfireh çêbibên. Divê têkiliya her çar aliyên Kurdistanê di vî warî de bi hev re hebe û saziyeke hevbeş a wêjeyê ya Kurdistanî bê vekirin.”
 
‘Mirov bi perwerdeya bi zimanê xwe hêsantir dinivîse’
 
Narîmanê di heman demê de bi lêv kir ku ji bo pêşketina wêjeyê perwerdeya bi zimanê dayikê jî gelekî girîng e û wiha got:”Li Rojavayê Kurdistanê bandoreke gelekî erênî ya perwerdeyê ya li ser wêjeyê heye. Niha li vir perwerde bi zimanê kurdî tê dayin. Loma kesên bi zimanê kurdî dinivîsin û lêkolînê dikin êdî gelek in. Bi taybet ciwanên piştî şoreşê bûne wêjevan jî tenê bi zimanê Kurdî dinivîsin. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Wexta mirov bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne mirov dikare hîn hêsantir binivîse jî. Mirov dikare wê demê fikir û ramanê xwe bi rehetî bi zimanê xwe binivîse. Wê demê jî ew berhem dibe malê kurdî. Her wiha hewcedariya me ji perwerdeya beşên wêjeyî yên kurdî heye. Gelek ciwan hene ji nivîsandinê û ji wêjeyê hez dikin lê belê rêya destpêkê ji bo vê gelekî girîng e. Ji bo vêya perwerdeyeke taybet lazim e. Ji bo em xwe pêş bixin divê 24 saetan em xwe perwerde bikin. Divê em pêş bikevin lê tu carî em kok û esasa xwe ji bîr nekin. Heta em karibin em herduyan bigihînin hevdu û tiştekî çeleng û bedew derxin holê. Ger em tiştekî li wêjeyê zêde nekin em nikarin bibin nivîskar jî. Dema sibehê berhemên me têkevin destên zarokên me destên nifşên nû û tiştekî nû tê de nebînin wê demê tê wê maneyê ku me tiştek li wêjeyê zêde nekiriye. Em niha sûdê ji berhemên berê digirin û em wê hêviyê dikin ku nifşên piştî me jî feyzê û sûdê ji berhemên me bigirin.”
 
Narîman Evdikê kî ye ?
 
Narîman Ûmer Evdikê di 4'ê Nîsana 1988'an de li bajarê Serêkaniyê ji dayik bûye. Her sê qonaxên xwendinê ya seretayî, navîn û amedahiyê li Serêkaniyê qedandiye, pişt re li Dêrazorê di Zanîngeha Firatê de beşa Wêjeya Erebî xwendiye, lê ji ber rewşa şer bawernameya xwe wernegirtiye .
 
Ji ber rewşên malbatî û şerê Serêkaniyê di sala 2013'an de koçî Bakurê Kurdistanê dike, li bajarê Amedê çar salan maye û li wir Akademiya Cegerxwîn a çand û hunerê beşa Wêje û Ziman xwendiye û bawername wergirtiye.
 
Di ber re jî şeş mehan perwerdeya pêşdibistanê li navenda KURDÎ-DER a Amedê xwendiye û bawernameya vê beşê jî girtiye. Gotarên çandî di kovarên Rewşen û W'yê de belav kiriye.
 
Endama Rêveberiya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Endama Desteya Rêveber a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ye.
 
Narîmanê kar û xebatên ji bo Desteya Edîtotiya Kovara ROJAVA ya çandî û wêjeyî jî kiriye. Niha jî hevgerîndeya Kovara Destarê ye. Ew di warê piştevaniya kesên bi astengdar re jî çalak e.
 
Berhemên Narîman Evdikê:
 
Xewnên Biêş (Amadekarî, hevpar)
 
Ewrên Havînê ( Çîrok, hevpar)
 
Berberoj Birîndarên Ber Bi Rojê ve Diçin ( Bîraninin)
 
Derî – Çîrok (Li ber çapê ye)