'Polîtîkayên şerê taybet ji tecrîdê serbixwe nîne'

  • 20:55 23 Tîrmeh 2024
  • Rojane
AMED - Meclisa Jinan a DBP’ê û TJA di atolyeya ku li ser şerê taybet li dar xistin de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeyên Bismil, Farqîn û Bajarênû li ser polîtîkayên şerê taybet atolye li dar xistin. Endama MYK ya DBP’ê Narîn Gezgor, Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray, Hevşaredara Bajarênû Safiye Akdag, aktîvîstên TJA’yê û gelek jin beşdarî atolyeya ku li Malagel a Ben û Senê ya girêdayî Bajarênû ya Amedê hate lidarxistin bûn. 
 
‘Bi salane şerê taybet tê meşandin’  
 
Sultan Yaray a axaftina destpêkê kir, anî ziman ku bi salan e polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û wiha got: “Bandoreke wê ya mezin li ser civakê heye. Dixwazin kurdan ji xwebûna wan dûr bixin. Ev polîtîkayeke ku bi taybetî li ser jinan tê meşandine. Em vê yekê di diziyan, fîlman, reklaman û her qada jiyanê de dibînin. Di 23 salên dawî de ji bo paş ve gavê bi jinan bidin avêtin her rê ceribandin. Polîtîkayên pir alî hatin ceribandin. Lê em ê weke jinan destûrê nedin vê yekê. Dîsa di çarçoveya van polîtîkayan de dixwazin gelê kurd bidin koçberkirin lê gelê kurd dest ji axa xwe bernade.”
 
‘Tecrîd ji vê polîtîkayê ne serbixwe ye’  
 
Sultanê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, da zanîn ku ev rewş ji polîtîkayên şerê taybet ne serbixwe ye û wiha berdewam kir: “Divê em behsa bandora tecrîdê jî bikin çima ji ber tecrîd di kesayeta birêz Ocalan de li ser gelê kurd tê meşandin. Ji ber ku bi nirxê daye jinê, kir ku jin bi hêza xwe bihesin. Ji kurdan re ji cîhanê re vebijêrka rêya sêyemîn pêşkeş kir. Polîtîkaya şerê taybet ji tecrîdê ne serbixwe ye. Em di ferqa her tiştî de ne, em ê dest ji ziman, çand û têkoşîna xwe bernedin.”
 
‘Em bûn mînak’  
 
Narîn Gezgor a pişt re axivî, polîtîkayên şerê taybet vegot û wiha axivî: “Tevgera jinên kurd niha di rewşeke ku ji cîhanê re bûye mînak e. Bi taybetî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ belavî hemû cîhanê bûye. Jin di çarçoveya vê dirûşmeyê de çalakiyên xwe dikin. Ji ber vê yekê jin hedef tên girtin. Ji jinên li ber xwe didin ditirsin. Dixwazin bi polîtîkaya şerê taybet îradeya jinên Kurd bişkînin. Bi taybetî jinên ciwan hedef tên girtin. Em mînakên herî mezin ên vê yekê ji Îpek Er û Gulîstan Dokûyê dibînin.” 
 
Atolye, piştî ku jinan serpêhatiyên xwe vegotin û pêşniyarên xwe kirin bi dawî bû.