Nêzî 2 hezar koçberên din vegeriyan Şengalê

  • 14:58 23 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku nêzî 2 hezar koçber ji kampên Dihokê vegerane Şengalê. Hate gotin ku ji bo koçberan alîkarî hatiye belavkirin.
 
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hezar û 841 koçber ên li kampên li sînorê Dihokê, bi daxwaza xwe vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengalê.
 
Hate gotin ku ji bo koçberên vedigerin bi qasî 4 milyon dînarê Iraqî tê dayîn, kel û pelên nav malê jî tên pêşwazîkirin.
 
Koçberên vedigerin Şengalê ji aliyê Rêveberiya Xweser ya Şengalê û saziyên wêve, tên pêşwazîkirin.
 
Hêjayî gotinê ye bi biryara Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê, tê payîn heya serê meha Tîrmehê hemû koçberên di nav kampan de ji bo warên wan werin vegerandin.