'Ji bo azadiya çapemeniyê yekane rê hevkarî ye'

  • 09:04 23 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Rozerin Gultekîn
 
STENBOL - Rojnamegeran diyar kirin ku di 116’emîn salvegera Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê de hewl tê dayîn mafê axaftinê bê astengkirin û gotin: "Li dijî vê yekê tekane rê hevkar û piştevanî ye."
 
Dema ku dîrok 24ê tîrmeha 1908'an nîşan da, rojnamevanan biryar dan ku rojnameyên xwe nîşanî lijneya sansurê nedin û sansuran nehêlin nav ofîsên xwe. Piştî vê bûyerê 24'ê Tîrmeha 1948'an bi biryara Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê wek “Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê” hat ragihandin. Ji wê demê û vir ve rojnameger tevî hemû zext, zor û zehmetiyan ji bo rastiyan ji raya giştî re ragihînin û ji bo azadiya çapemeniyê têdikoşin. 
 
Di ser ku 24’ê Tîrmehê wek roja têkoşînê hat îlankirin 116 sal derbas bûn. Ji wê demê û vir ve, bi desthilatdariya AKP-MHP'ê re "Çapemeniya ne azad" bûye birînek û derketiye qonexeke nû. Li gorî daneyên Rojnamegerên Sînornenas ên Navneteweyî (RSP) a sala 2023’yan Tirkiye di binpêkirina mafên çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 165’an de ye. Desthilatdariya ku êrişî hemû çapemeniya mûxalîf û  bi taybetî jî çapemeniya azad dike.
 
Bi binçavkirin û girtinan hewl dide rojnamegeran bitirsîne. Medyaya alîgirê hikûmetê jî hemû xebatên çapemeniya azad û muxalîf bi nûçeyên xwe krîmînalîzekirina dike tiştên diqewimin berovajî dike. Nûçegihana Agence France-Press (AFP) muhabiri Eylul Denîz Yaşar û nûçegihana ajansa me JINNEWS'ê Melîke Aydin derbarê mijarê de axivin. 
 
'Wêneyeke ne xweş xuya dike'
 
Eylul diyar kir ku 24'ê Tirmehê ne rojek wisa bê pîrozkirin e û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Gelek hevrêyên me di girtîgehê de ne û bi heman jimarê jî di sirgûnê de dijîn. Em komek rojnameger in ku hewl didin dengê rastiyê li kolan û qadan bidin bihîstin. 24’ê Tîrmehê bi gelemperî rojek e ku bi îlankirina 2’yemîn Meşrûyetê re sansura li ser çapemeniyê tê rakirin, lê rojek teorîk e. Divê em binerin ku li Tirkiyeyê piştî 2'yemîn Meşruyetê heta niha em çi qas pêş ketine. Tişt bêtir vedigerin. Sansûra li ser çapemeniyê ji her demê zêdetir e. Em hemû dibînin ku saziyên medyayê tên sansurkirin ji ber ku darê darazê timî li serê me diheje. Herî dawî li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad ên Kurd biryara girtinê hat dayîn. Wêneyek ne xweş xuya dike, lê ya ku me li hember vî wêneyî pêşxistiye hevgirtina rojnamevanan e. Li hemberî zextan em zêdetir tên cem hev. Ma em di qonaxek têr de ne? Ya ku divê were pirsîn ev e. Divê em zêdetir piştgiriyê bidin hevrêyên xwe yên li hemberî zextan ji bo parastina rûmeta rojnamegeriyê li ber xwe didin. Ez di vê 24'ê Tîrmehê de ji bo hevgirtineke zêdetir dixwazim."
 
'Ligel êrişan rojnamegeriya kurd pêş dikeve'
 
Melîke jî di 13'yê Sibatê di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hat binçavkirin û biryara hepsa malê hat dayîn. Melîke wiha bal kişand ser rewşa rojnamegeran: "Hepsa malê didome û em di nav tecrîdê de nin. Hewl didin ku rojnamegeran ji civakê dûr bixîn. Ez ji nêzî 70 nûçeyên xwe têm darizandin. Her wiha hevalên me yên din jî wisa ne. Xebatên rojnamegeriyê ya ku gel xwe îfade pê îfade dike tê darizandin, li vir ne em gel tê darizandin. Rojnamegeriya kurd tê hedef girtin. Di berdevaniya polîtîkayên li hember kurd de zextê li rojnamegeran dikin. Pirsa; Çima rojnamegerên kurd dibin hedef? Ev yek ji ber polîtîkayên derbarê kurd a Tirkiyeyê pêk tê. Hebûna kurdan û mafê axaftina kurdan bi her awayî tên astengkirin. Mirov divê di vê çarçoveyê de mijarê bigire dest. Lê belê ligel her cure êrişan jî bi salan e rojnamegeriya kurd mezin dibe û pêş dikeve." 
 
'Hewdaneke yekgirtî hewce dike'
 
Melîke di dawuya axaftina xwe de wiha banga piştevaniyê kir: "Niha bi 9'emîn Pakêta Darazê de 'sixuriya bi bandor' ket rojevê. Ev yek tê wateya weşartina binpêkirinan. Ev yek pir xeter e. Heke deng neyê derxistin dê bêtir mafê gotinê ji dest bê girtin. Divê li dijî cihê ku fikr û raman tên astengkirin hewldaneke xurt û hevgirtî derkeve holê.