Leyla Xalid: Li dijî xwekuştinê rêxistinbûnê xurt bikin

  • 09:03 23 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid, diyar kir ku li dijî xwekuştina jinan a dê li taxê rêxistinbûna jinan xurt bikin û xwe bighînin hemû jinan. 
 
Derbarê xwekuştina jinê û li dijî xwekuştinê rêya rizgariyê de li taxa Şêxmeqsûda Helebê, ji aliyê Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratik komxebatek hat orgenîzekirin. Di komxebatê de gelek mijar hatin dest girtin û rêya çareseriyê hatin nîqaşkirin. 
 
Derbarê komxebatê de û mijarên ku hatî nîqaşkirin de Hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid ji ajansa me re axivî.
 
Di şer de pirsgirêkên jinan
 
Leylayê wiha bersa rewşa jinan kir: "Îro em weke rewşenbîrên Helebê me ev mijar girt dest. Ji ber ku dema li deverek şer û alozî biqewime di wir de gelek pirsgirêkên civakê jî çêdibin. Yek ji wan jî îro li van taxan diyardeya xwekujiyê ye. Em jî weke Malbenda Heleb a Rewşenbîrî piştî ku me sosyolojiya azadiyê xwend me projeyek amade kir. Em ê di nava sê mehan de xwe bi diyardeyên civakî re mijul bikin. Lek jê diyardeya xwekujiyê ye."
 
Nêrînên civakê digrin 
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Leylayê da zanîn ku tevî ewqas bi rêxistinbûyîn dîsa ev diyarde derdikevin holê û wiha pê de çû: "Tevî ku em di taxeke biçûk de ne lê belê ewqas rêxistinên me di vê taxê de hatine avakirin. Bi taybet rêxistinên jin yê weke Kongra Star, Mala Jin, Weqfa Jina Azad û Rêxistina Sara. Lê dîsa jî hin jin di vê taxê de xwekuştinên jinan pêk tên. Em jî îro li vir derbar vê yekê nîqaşan dikin ku gelo sedema vê diyardeyê çiye û em ê çawa pêşiya li vê diyar de yê bigirin? Ev mijar bi hemû saziyên di vê taxê de heyî ve tê nîqaş kirin. Em sedema bingehîn a xwekujiyê derbixin holê her wiha ne tenê bi saziyan re lê em nêrînên civakê jî digrin dinivsînin û belav dikin."
 
'Em ê xwe bighînin hemû jinan'
 
Leylayê bal kişand ser berpirsiyartiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Erka herî girîng dikeve ser milê me. Em ê xwe bi rêxistin kirina jinê re mijul bikin ku em bihêlin jin li ber hemberî pirsgirêkên jiyanê xwe neghîne asta xwe kuştinê. Lê belê bi hêza xwe pirsgirêkên xwe çare bike. Li dijî xwekuştina jinan erka me ya herî girîng jî xwe gihandina hemû jinan e."