'Kelehkol qadên jiyanê xesp dikin'

  • 09:02 23 Tîrmeh 2024
  • Rojane
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Siyasetmedar Serap Borucu bertek nîşanî kelehkolên li bajarên Kurdistanê hatine çêkirin da û diyar kir ku kelehkol parçeyek ji polîtîkayên asîmîlasyon û şerê taybet e. Serapê bal kişand ser zirara ku kelehkol hem didin xwezayê hem jî didin civakê û destnîşan kir ku ew ê li dijî van polîtîkayan têbikoşin. 
 
Îsrara hikûmeta AKP-MHP'ê ya di şerê li Kurdistanê de û li gel wêrankirina ekolojîk, qadên jiyanê yên welatiyên li wir dijîn jî gav bi gav teng dike. Li gelek bajarên Kurdistanê kelehkolên ku di bin navê "ewlehiyê" de hatine çêkirin dibin sedema talankirina xwezayê û li gel vê jî hejmara wan roj bi roj zêde dibe. Li kelehkolên ku parçeyek ji polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê ne, her sal yên nû tên zêdekirin. Di sala 2018'an de 68 kelehkol hatine temamkirin. Yek ji van kelehkolan li gundê Hespit  yê navçeya Hezex ya Şirnexê  hatiye çêkirin. Desthilatdariya ku bi kelehkolên çêdike, hilberînê asteng dike, bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet, wêrankirin û asîmîlasyonê gav bi gav kûrtir dike. 
 
Hevseroka Navçeya Kadikoyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serap Boru, bertek nîşanî kelehkolên ku li bajarên Kurdistanê hatin avakirin da.
 
‘Hem zirarê dide xwezayê hem jî civakê’
 
Serapê bal kişand ser polîtîkayên di bin navê 'Ewlehiyê' de li Kurdistanê tên meşandin û got, yek ji van polîtîkayan jî kelehkolên li bejahiya Kurdistanê hatine avakirin e. Serapê têkildarî taybetmendiyên kelehkolan wiha got: “Ev kelehkol bi projeyên taybet tên çêkirin.  Ev kelehkol bi derîyên pola û camên neşikên tên çêkirin.  Yek ji sedemên herî girîng ên çêkirina van kelehkolan şerê taybet e. Armanca li vir berdewamkirina polîtîkayên şerê li ser gel e. Dema ku ev kelehkol tên çêkirin zirarê didin xwezaya herêmê. Hem zerareke mezin dide xwezayê hem jî civaka ku li wir dijî. Ev kelehkol bi giştî li qadên daristanan tên çêkirin, ji ber vê yekê gelek zirarê didin ekosîstema li wir. Ew dibin sedem ku gund koçber bibin û hem jî xebatên kesên ku bi sewalkarî û çandiniyê re mijûl dibin asteng dikin."
 
'Em li dijî avakirina kelehkola ne'
 
Serapê bal kişand ser Wezareta Parastina Milî ku bi peymana TOKÎ’yê re nêzî 300 kelehkol çêkirine û wiha got: “Lê ez dizanim ku heta niha tenê 68 kelehkol hatine çêkirin. Ev kelehkol di encama polîtîkayên 'ewlehî' û 'şerê taybet' de  hatine çêkirin:. Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê kelehkol tên çêkirin. Li Mûş û Şirnexê hene. Ev kelehkol tenê tiştên ku bi mantiqa 'em dixwazin bi we re şer bikin' hatine çêkiirn. Leşker û cendirmeyên li wir xwe ewle nabînin. Armanca wan ew e ku ji xwe re qadeke ewlehiyê çêbikin û gel tacîz bikin. Dema berê ew kelehkol hatin çêkirin, gel gelek bertek nîşan da. Li gelek cihan berxwedanên girseyî hatin kirin. Lê cendirme û polîsan gel asteng kirin. Em weke DEM Partiyê li dijî polîtîkayên şer ên hikûmetê têdikoşin. Em naxwazin şer bikin, em dixwazin di nav aştiyê de bijîn. Ji ber vê yekê em dibêjin ku divê çêkirina kelehkolan bê rawestandin. Em ê ji bo vê têkoşînê bidomînin."
 
'Çêkirina kelehkolan xespkirina axa gel e'
 
Serapê destnîşan kir ku li qadên ku kelehkol lê tên çêkirin zarok ne di ewlehiyê de ne û diyar kir ku jiyana hemû welatiyên li wir dijîn di xeteriyê de ye. Serap got, “Axa û gundên gel hatine dagirkirin. Erdê gel talan dikin. Ji cihê xwe tên koçberkirin. Bi rastî kelehkol tên wateya tunekirina jiyana mirovan a domdar.  Bawer bikin ku jiyan tê wêrankirin an jî heta ku destûr hebe mirov dikarin bijîn. Dema em bi giştî li herêma Kurdistanê dinêrin, bi awayekî sîstematîk polîtîka tên pêşxisitn li dijî wê axaê."
 
'Tu dîktatorî ne mayînde ye'
 
Serapê got, "Îqtîdara AKP û MHP'ê ji bo polîtîkayên xwe yên  asîmîlasyon bidomînin xerakirina qadên jiyanê didomînin. Dixwazin herêmê bikin tirk. Bi polîtîkaya asîmîlasyonê dixwazin hemû gelan bikin Tirk. Li wan herêman razemeniyeke mezin tên kirin û her roj bi bomberdûmanan ev yek tê pêşxisitn. Ger wan ew pere ji gel re xerc bika, ev dê bibe pêşveçûnek pir cidî di nava civakê de. Naxwazin zarok li wê herêmê bi rêk û pêk mezin bibin û bi rêk û pêk bên xwedîkirin. Ji bo desthilatdariya xwe bidomînin siyaseta tuuekirinê li dijî gelê Kurd û gelên din dimeşînin. Em dikarin bibêjin ku tu dîktatorî ne mayînde ye; Em ê bi têkoşîna hevpar û berxwedana gelan van polîtîkayan têk bibin."