'Em ê faşîzma AKP -MHP'ê biavêjin sergoyê dîrokê '

  • 22:45 22 Tîrmeh 2024
  • Rojane
STENBOL - Piştî ku qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê hat kirin di çalakiya nobedê ya li Şişhaneya Stenbolê de ku hat lidarxistin wiha hat gotin, "Em ê faşîzma AKP -MHP'ê biavêjin sergoyê dîrokê."
 
Çalakiya nobetê ku Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê daye destpêkirin di roja 41’emîn de berdewam kir. Di çalakiya ku tîşortên li ser “Qeyûm bicihime” li xwe hatin kirin de pankartên “Taksîm Colemêrg ên me ne, ji 1’ê Gulanê re azadî, qeyûm bicihime” û “Stenbol ji bo Colemêrgê di nobetê de ye” hatin vekirin. Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Qeyûm dê biçin em ê bimînin” hatin berzkirin.
 
Mamosteyê teqawîd Hûlûsî Zeybel ê di çalakiyê de ewilî axivî, bi lêv kir ku qeyûm tunehesibandina demokrasiyê ye. Pişt re Hevserokê DEM Partiyê Yûnûs Onal axivî. Onal, got ku “Heta ku feraseta qeyûm biçe em ê berxwedana xwe bidomînin” û ev tişt gotin: “Em di sala 2024’an de dibînin ku mafê kurdan ê bijartin û hilbijartinê nîne. Ev şermeke mezin e, faşîzma AKP’ê û MHP’ê ku ev faşîzm aniye welat dê biçe sergoyê dîrokê.”
 
Çalakî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû