'Îqtîdara AKP -MHP'ê cihên ku negirtine xesp dike'

  • 21:11 22 Tîrmeh 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Di nobeda edaletê ya li Îzmîrê ya li dijî qeyûman de hat destnîşankirin, ku desthilatdariya AKP-MHP'ê cihên ku bi rêyên demokratîk bi dest nexistiye desteser kirine û hat diyarkirin ku çareserî têkoşîna hevpar a gelan e.
 
Li Îzmîrê Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Meclîsên Sosyalîst. Platform Nobeda edaletê ya ku li Colemêrgê di pêşengiya (SMF) de li dijî desteserkirina îradeyê hatibû destpêkirin di roja 14. de berdewam kirin. Partiya Çep, Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst (SÎM), Partîzan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleyên Demokratîk ên  Elewiyên (DAD) Şaxa Îzmîrê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Îzmîrê û gelek welatî beşdarî çalakiya nobedê ya li ber Sûmerbanka Kevin bûn.
 
Di çalakiyê de pêmalkên bi nivîsa "Em li dijî qeyûman di nobeda edaletê de ne" û pankarta bi dirûşma "Keyûm darbe ye" hati hilgirtin.
 
AKP-MHP cihên ku nikarîbûn bidest bixin desteser dikin
 
Rêvebera Rêxistina Partiya Karkerên Tirk (TÎP) ya Îzmîrê Sena Yazbagli, bi bîr xist ku li dijî vîna gel qeyûm li şaredariya Colemêrgê hatiye tayînkirin û diyar kir ku ew li dijî vê bêhiqûqiyê ne. Sena got, “Em careke din tekez dikin ku em li dijî dengên ku di hilbijartinên herêmî de hatine dayîn, li cem gelê Colemêrgê ne, li dijî zext û zordariyê ne û li dijî desteserkirina îradeya hevşaredaran û hilbijêrên DEM Partıyö yên ji aliyê gelê Kurd ve hatine hilbijartin, ne. Tifaqa AKP û MHP’ê bi rêya qeyûman hewl dide hemû cihên ku nekarî bi dest bixe, bi rêyên dıjdemokratîk bi dest bixe. “Em weke parêzvanên mafên mirovan radigihînin ku em li dijî van hemû kiryarên dijqanûnî ne."
 
Girîngiya li ser têkoşîna hevpar a gelan
 
Piştre endama Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst (HÎS) Tûgçe Kizildemîr axivî û diyar kir ku ev mehek û nîv e li her derê bi taybet li Colemêrgê berxwedan heye. Tûgçe anî ziman ku li Îzmîrê ev nobeda bi israr dewam dike û got, “Ev êrîşa li dijî Şaredariya Colemêrgê û hevşaredarên wê yên bi îradeya gel hatiye hilbijartin, polîtîkaya qeyûm a dewletê, polîtîkayên kolonyalîzmê û hewldanên tirsandina gel ên bi zext û girtinan eşkere dike. . Lê em dibêjin, çawa ku berxwedana hevpar a gelan li kolanan bi ser ket û rê neda faşîzmê, ji niha û pê ve jî gel wê bi têkoşîneke xurttir li kolanan li dijî tifaqa AKP-MHP’ê derkeve.”
 
Girîngiya li ser têkoşîna hevpar a gelan
 
Piştre endama Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst (SÎM) Tûgçe Kizildemîr axivî û diyar kir ku ev mehek û nîv e li her derê bi taybet li Colemêrgê berxwedan heye. Tûgçe anî ziman ku li Îzmîrê ev nobeda bi israr dewam dikin û got, “Ev êrîşa li dijî Şaredariya Colemêrgê û hevşaredarên wê yên bi îradeya gel hatiye hilbijartin, polîtîkaya qeyûm a dewletê, polîtîkayên kolonyalîzmê û hewldanên tirsandina gel ên bi zext û girtinan eşkere dike. . Lê em dibêjin, çawa ku berxwedana hevpar a gelan li kolanan bi ser ket û rê neda faşîzmê, ji niha û pê ve jî gel wê bi têkoşîneke xurttir li kolanan li dijî tifaqa AKP-MHP’ê derkeve.”
 
Piştî axaftinan Şaxa DADÊ ya Îzmîrê li kesên beşdarî nobeda edaletê bûn aşûre belav kir. Çalakiya nobetê bi dirûşma bi dawî bû....