Dê şîna Vesîle û Dîlan li Wanê bê danîn

  • 16:13 22 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Şervanên YJA Starê Vesîle Duran û Dîlan Oklu ku jiyana xwe ji dest dan dê şîna wan li Wanê bê danîn.
 
Ji bo şervanên YJA Starê Vesîle Duran (Ronahî Dilxwîn) û Dîlan Oklû ??(Arîn Tolhildan) ên di 16’ê Hezîrana 2024’an de li Başûrê Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabûn, wê sibê li Wanê şîn bê danîn.
 
Salona şînê ya ji bo Vesîle ya jiyana xwe ji dest da li navçeya Qelqelî  a Wanê, ji bo Dîlan jî wê li Taxa Xaçortê a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê were danîn.
 
Cenazeyên 2 endamên YJA Starê yên jiyana xwe ji dest dane hêj nehatine wergirtin.