Zarokê ket avê jiyana xwe ji dest da

  • 16:08 22 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Zarokê 8 salî ku li Cizîrê ji bo xwe hênik bike kete nava avê jiyana xwe ji dest da. 
 
Ebsar Savcu ê 8 salî ku li gundê Cibrîyê navçeya Cizîra Şirnexê bi hevalên xwe re ji bo hênikbûnê xwest bikeve avê, xweniqî.
 
112 tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cenazeyê Ensar ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.  
 
Piştî otopsiyê cenazeyê Ensar li gund hat definkirin.