Dayikên Kurd: Destê xwe ji ser Kurdan bikşînin!

  • 09:04 22 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê dayikan der barê hevkariya PDK- AKP-MHP’ê de banga ‘destên xwe ji ser Kurdan bikşînin’ kirin.
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li hember Başurê Kurdistanê didomin û li gelek nokteyên Başûrê Kurdistanê, baragehên leşkerî hatine avakirin û Tirkiyeyê li gelek nokteyên di bin kontrola PDK’ê de xist.  Êrîşên bi hevkariya PDK û AKP’ê yên li hember Kurdan didomin û ji Tirkiyeyê sewqiyateke mezin a ji bo Başurê Kurdistanê pêk hat.
 
Li Wanê dayik der barê hevkariya ku PDK'ê bi desthilatdariyê Tirk re kiriye axivîn.
 
‘Gelê Kurd ji nev nabe’
 
Aynur Hayat Atabay da zanîn ku gelê Kurd di bin zextê de ye û balkişand ser tecrîda li ser girtiyên siyasî û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Aynurê wiha dirêjî dayê: “Ev 40 mehe ne malbat ne parêzer nikarin hevîtinê bikin. Yanî hemû maf ji destê wan hatine girtin. Li her derê mafên girtiyan heye. Wek hemû girtiyan mafê Birêz Abdullah Ocalan jî yê hevdîtina bi malbatê, hevdîtina bi parêzeran re heye. Divê ev maf pêk bê.Ev zilmek mezin e, dihiqûqî ye û bêdadî ye. Ji xwe li vî welatî edelet û hiqûq tune ye. Îxaneta herî mezin Barzanî kiriye. Barzanî û Erdogan dest dane hev û xwîna Kurdan dirêjînin. Ger wijdana Barzanî hebûna me yê wek gel ew wek lî der wek mirov bihesibanda. Bila bes xwîna gelê xwe birêje Kurd ji hev nabin.”
 
‘Bila Barzanî dest ji hevkariya bi dijminê re berde’
 
Aynurê bang li hemû Kurdan kir û wiha pê de çû: “Bila Kurd li dijî zilmê serî hildin. Çawa Erdogan hemû axa Tirkiyeyê firotiye, Barzanî jî wê Başûr wisa bike. Dora Barzanî hatiye niha. Ez îxaneta Barzanî şermezar dikim. Bila destê xwe ji ser zarokên me bikşînin. Bila hevkariyê bi dijmin re neke. Îro mafekî herî biçûk yê Barzanî hebe jî bi saya Kurdan e.”
 
‘Barzanî di şaşiyek mezin de ye’
 
Li ser navê dayikên Aştiyê yên Wanê, Zekiye Kaya axivî û ev tişt anî ziman: “Divê Barzanî demildest ji şaşiya ku dike vegere. Demên berê zaorkên Kurd tu ji êrîşên DAIŞ’ê xilas kirî. Hinek bi wijdan be. Me ew wek lîderê Kurd didît. Niha ketiye şaşiyek mezin Bila destê xwe bide ser wijdana xwe. Êdî bes e.”
 
‘Gelê Kurd ne bêxwedî ye û tenê ye’
 
Perîşan Aslan jî wiha bertek nîşan da: “Polîtîka ku Barzanî dimeşîne şaş e.Ya Barzanî dike dijmin jî nake. Bila êdî çavê xwe vebike. Gelê Kurd ne bêxwedî ye û tenê ye. Wê herî dawî Erdogan lê îxanetê bike. Tirkiye bila bi desthilatdariyê bawer neke. Wê roj bê nikaribe xwe xilas bike.”