Li Sydneyê êrişên li hember Başurê Kurdistanê hate protestokirin

  • 20:02 21 Tîrmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sydneyê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê bi çalakiyekê hate protestokirin.
 
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM), êrîşênTirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK û Malbata Barzanî bi çalakiyê hate protestokirin. Di çalakiyê de wêne û alên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildan.
 
Di çalakiyê de Hevserokê Federasyona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstralyayê Brusk Ayver axivî. Brusk  anî ziman ku armanca Tirkiyeyê ne tenê PKK ye û got: “Armanca sereke ya dewleta Tirk ewilî statûya Başûrê Kurdistanê û hemû deskeftiyên gelên Kurd e. Divê ne tenê PKK li dijî dagirkeriyê têkoşînê bike, divê hemû Kurd li dijî dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê rabe li ser piyan û têkoşînê mezin bikin.”
 
Edîtorê Rojnameya Greenleftê Peter Boyle jî axivî û got: “Li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd em ê timî di nava piştevaniyê de bin. Divê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û Kurdistanê raya giştî bêdeng nemîne.”
 
Çalakî bi stran û dirûşmeyan bi dawî bû.