Li Stenbolê li ser tecrîdê civîna gel

  • 19:06 21 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bagcilarê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de têkoşîna hevpar hate destnîşankirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin zêdetirî 40 meh in didome, li avahiya Rêxistina xwe ya Bagcilarê civîna gel li dar xist. Rêveberên navend û navçeyan ên DEM Partiyê, endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa û gelek welatî beşdarî civînê bûn. 
 
Civîna ku welatiyan eleqeyeke zêde nîşan da bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Di civînê de tecrîda giran a li dijî Abdullah Ocalan û bandora wê ya li civakê hate axaftin. Di civînê de hate destnîşankirin ku divê li dijî tecrîda mûtleq xeteke têkoşînê bê avakirin. Civîn bi axaftina welatiyan û fikrên wan ên derbarê tecrîdê de berdewam kir. Di civînê de hate bilêvkirin ku tecrîd dikare bi têkoşîneke hevkar bê rakirin.