Li dijî êrişên Tirkiye û PDK'ê bertek

  • 18:20 21 Tîrmeh 2024
  • Rojane
STENBOL - Li Bagcilar a Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistana Federe û hevkariya PDK’ê hate şermezarkirin. 
 
Li navçeya Bagcilar a Stenbolê, bi daxuyaniyeke li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin hatin şermezarkirin. Di daxuyaniya ku gelek kes tevlibûn de pankarta “Ji dagirkirin û xiyanetê re” hate vekirin û dirûşmeya “Ji şer re na, berî her tiştî aştî” hatin berzkirin.  
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeyê Nurten Varlik, anî ziman ku li dijî gelê kurd sûcê mirovahiyê tê kirin. Varlik, bal kişand ku êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe ne nû ne û wiha got: “Me gotibû ku hebûna leşker û îstîxbarata Tirkiyeyê ya li Başûr bi rîskeke mayîndebûnê re rû bi rû ye û dê encamên vê giran bin. Di rastiyê de pêvajoya ku em îro tê de ne mixabin fikar û pêşdîtinên me yên di demên berê de piştrast kirin.”
 
‘Wê bersivek wê hebe’ 
 
Nurtenê êrişên Tirkiyeyê weke “dagirkerî” pênase kir, qala rola ku PDK li vir girtiye ser xwe kir û got: “PDK, bûye hêza rêxistinkirineke pêvajoyeke ku nikare hesaba wê bide gelê kurd. Axa başûrê Kurdistanê ya bi bedelên giran hatiye bidestxistin, bi boneya berjewendiyên biçûk hatiye heba kirin. Ev polîtîkaya paşverû ya rêveberiya PDK'ê ku li dijî berjewendiyên neteweyî yên demokratîk ên kurdan e, wê di tu deman de nebe xwedî bersiveke civakî.”
 
Nurtenê, anî ziman ku helwesta PDK’ê “xiyanet û hevkarî ye” û wiha domand: “Banga me li Tirkiyeya dagirker û PDK'ê ye ku nikare ji psîkolojiya mêtîngerî ya polîtîze bûye rizgar bibe ye; Têkoşîna bi rûmet a gelê kurd wê ti carî nebe yekdest. Sekna wî ya kolektîf, rêxistinkirî û polîtîk wê tu car bi paş ve neçe. Ev têkoşîn dê nekeve bi bandora çend malbatan an jî siyaseta pergalê ya serwer. Weke her demê wê li ser berjewendiyên gel û nirxên bingehîn bimeşe. Lê belê yên ku hewl didin vê têkoşîna bi rûmet pûç bikin, xera bikin û asteng bikin, mehkûmin ku li pêşberî edaleta dîrokê ji holê rabin.”