7 jin û 15 zarokên DAÎŞ’î radestî Qirgizistanê hatin kirin

  • 18:16 21 Tîrmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Şandeyek ji Komara Qirgizistanê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir. Di dawiya hevdîtinê de 15 zarok û 7 jinên DAÎŞ’î radestî şandeyê hatin kirin.
 
Li gorî nûçeya malpera fermî ya Desteya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê , şandeyeke Komara Qirgizistanê di 18’ê Tîrmehê de serdana Rêveberiya Xweser kir û 7 jin û 15 zarokên çeteyên DAÎŞ’ê ku hemwelatî wan e, teslîm girtin
 
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku şandeya komara Qirgizistanê ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Fener El Giêt, cîgira hevserokatiya daîreyê Gulîstan Elî û endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.
 
Di nûçeyê de hat gotin ku her du aliyan rewşa Sûriyeyê û geşedanên siyasî şîrove kirin. Hate destnîşankirin ku Fener El Giêt diyar kir ku Rêveberiya Xweser bazarên xizmeta gelê Sûriyeyê red dike û gotiye eger artêşa Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê venekişe ew li dijî normalîzekirina têkiliyên Enqere-Şamê ne.
 
Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku nûnerê Wezareta Karên Derve ya Qirgizistanê Bakit Kadyrov, spasiya Rêveberiya Xweser û QSD’ê kir û got, Qirgizistan berdêlên mezin ên ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dane, nas kirine.
 
Hate ragihandin ku di dawiya serdanê de Rêveberiya Xweser 15 zarok û 7 jinên DAÎŞ’î radestî komara Qirgizistanê kirin û belgeya radestkirin û wergirtinê hat îmzekirin.