'Heta tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîn me bidome'

  • 15:53 21 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Ji ber girtîgeha Bakirkoyê di çaçalkiya "Deng bi de azadiyê" de peyama heta tecrîd bi dawî bibe dê têkoşîn bidome hat dayîn.
 
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtîg û Hukumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY -DER) lî Stenbolê di pêşengiya malbatên girtiyan de di çarçoveya Kampanya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan çalakiya "Deng bide azadiyê"  li dar xistin. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa " Ji bo avakirina aştiya civakî û bidawîkirina tecrîdê deng bide azadiyê"  hat vekirin de, Dayikên Aştiyê , Heseroka Bajêr a  Partiya  Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gonca Yangoz û gelek kes tevli bûn.
  
'Hata tecrîd bi dawî bibe em çalakiyên xwe bidomînin'
 
 Di çalakiyê de Hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîr axivî û diyar kir ku li girtîghan tecrîd her ku diçe giran dibe. Dîlekê diyar kir ku heta tecrîda li girtîgehan bidawî nebe dê tur pirsgirêk neyên çareserkirin. Dîlekê diyar kir ku ew ê heta tecrîd bi dawî bibe ew ê çalakiya xwe bidomînin.
 
Di çaçakiya rûniştinê ya piştî axaftinê de dirûşên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Bijî berxwedana zindanan", "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hat batin berzkirin.
 
Çalakî bi dirûşman bidawî bû.