Li Dirbêsiyê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan

  • 15:26 21 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.
 
Xwepêşandêran bi hildana wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan, alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), pankartên "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî"  ji pêşiya Qada Jinan a li bajêr dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo"  û "Na ji bêdengiya navneteweyî re" hatin berzkirin.
 
Meş piştre veguherî mîtîngê. Di mîtingê de hevseroka rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajêrê Dirbêsiyê Diyana Ebdullah axivî. Diyana tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ji pergala nû anku gel xwe bi xwe xwe bi rêve bibe ditirsin lewra tecrîdê giran dikin.
 
Diyana bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên NY`yê şermezar kir û got ew berpirsên tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan in.
 
Diyana bang li rêxistinên hiqûqî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û got, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê gel her tim li qadan be.
 
Mîting bi berzkirina dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.