Mafê axafitna bi telefonê yê girtiya 20 salan hat xespkirin

  • 14:08 21 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
ENQERE - Nîlufer Şahîn a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, xwest ku axaftina xwe ya bi telefonê her roja înê bi malbata xwe re dike bigire saeteke din. Lê rêveberiya girtîgehê bi îdaya "naxwaze mafê xwe yê telefonê bi kar bîne" mafê wê xesp kir.
 
Girtiya 20 sal in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî Nîlufer Şahîn, a ku her roja Înê bi malbata xwe re bi telefonê diaxivî vê hefteyê neaxivî. Nulufer a ku got di saeta hevdîtinê dike de malabata wê neguncav e û xwest saeta hevdîtina xwe biiguhere, ji ali rêveberiya girtîgehê ve ev daxwaza wê hat berovajîkirin û rêveberiyê got, "Naxwaze mafê xwe yê hevdîtina bi telefonê bi kar bîne" û destûr nehat dayîn ku bi malbata xwe re biaxive.   
 
Xuşka Niluferê diyar kir ku her roja înê Niluferê piştî nîvro telefonî wan dikir û got, "Ji ber ku em serê sibehê dixebitin wê jî piştî nîvro telefonî me dikir. Demek bû ji bo ku balê bikişînin ser tecrîdê telefonî me nedikir. Piştî çalakiya wan bi dawî bû telefonî birayê min kir. Divê vê  Îna borî jî telefonî min bikira  lê nekir." 
 
Her Cuma günü Nilüfer’in öğleden sonra kendilerini aradığını söyleyen kardeşi, “Sabah saatlerinde çalıştığımız için oda öğleden sonra arıyor. Tecride dikkat çekmek için arama haklarını kullanmıyorlardı. Eylemleri bittikten sonra ilk abimi aradı, bu Cuma’da beni arayacaktı ama aramadı” dedi.