Li Stenbolê êriş hat protestokirin: Em ê li dijî xiyanetê têbikoşin

  • 21:43 19 Tîrmeh 2024
  • Rojane
STENBOL - DEM Partî û gelek saziyên sivîl  derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê de pêk tê de daxuyaniyek dan û gotin, "Helwesta siyasî ya Kurdan wê ti carî paşve neçe. Em ê li dijî şer û xiyanetê li ber xwe bidin. ”
 
Têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK, pêk tê DEM Partî û gelek saziyên sivîl  li qada Şîşane ya Beyoglûyê bi dirûşma "Ji dagirkerî û xiyanetê re na" daxuyaniyeke dan çapemeniyê,. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Anadoluyê ya bi Xizmên xwe Wenda kirine (ANYAKAYDER) û Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê yên Girtî û Malbatên Marmarayê (MATUHAYDER) û gelek saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Welatiyên ku alên DEM Partî hilgirtin timî dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bimre îxanet bijî berxwedan", "Ne şer, aştî niha" qîriyan.
 
Li vir destpêkê metna hevpar a çapemeniyê ya ji aliyê saziyên sivîl ve hatibû amadekirin hate xwendin. Li ser navê beşdaran, Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz metna çapemeniyê xwend. Gonca, destnîşan kir ku hikûmeta AKP-MHP'ê ji sala 2018'an û vir ve qirkirina Kurdan bênavber didomîne û got:" Siyaseta paşverû ya rêveberiya PDK’ê ku li dijî berjewendiyên netewî yên demokratîk ên Kurdan e, wê di pêşerojê de ti encamên civakî nede.  Gelê Kurdistanê yên ku axa xwe ji dagirkeriyê re vekirine, ne weke welatparêz, weke hevkarên herêmî yên kolonyalîzmê bi bîr tînin. Têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd tu carî yekdestdar nabe. Helwesta wê ya kolektîf, birêxistinkirî û siyasî tu carî têk naçe."
 
Piştre Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek ku mafê axaftinê girt û wiha got: “Ji ber ku fikarên me yên li ser azadiya van xakan hene, tên vir. Yên ku dilê xwe li ser vê çalakiyê dan û ked dan, mirovên herî bi rûmet ên vî welatî ne. Eger ji bo azadiya xwe pêwîst bike em ê rêyan derbas bikin. Em ê bi înyad li ber xwe bidin li dijî yên ku dixwazin axa Kurdistanê dagir bikin. Em hemwelatî, kedkar, jin û ciwanên vî welatî ne. Em tu carî destûrê nadin ku hûn birayên me qetil bikin. Em her tim li dijî şer bûn. Em kurd dê li dijî dagirkeran ji bo statuya kurdan li cîhanê bibin yek. Em ê bi têkoşînê  xiyanetê tine bikin.  Bimre xiyanet."  
 
Piştî axaftinan çalakî bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.