Rêveberiya Xweser: Dê hêviyên cangoriyên şoreşê bi cih bînin

  • 12:59 19 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 12’yemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku bi yekitiyê wê Sûriyeya demokratîk were avakirin.
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 12’yemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Şoreşa 19’ê Tîrmehê li gelê herêmê, cangoriyên şoreşê pîroz kir, soz hat dayîn ku li ser şopa cangoriyan hêviyên wan bi cih bînin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê herêmê bi yekitiyê û bi riya şoreşa xwe ya azad dê Sûriyeya demokratîk ava bike, herêmên dagirkirî rizgar bike û vegera bi rûmet ji koçberan re çêbibe, terorê tune bike û projeya xwe bi ser bixe, nasnameyê ji tevahî pêkhateyan re mîsoger bike û siberojeke geş li gorî giyanê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ava bike.
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê hat kirin ku ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk û ne navendî, bi gel re hevgirtî bin.