Li Rojhilatê Kurdistanê vejîna jiyanê (1)

  • 09:04 19 Tîrmeh 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Hezkirina ji mirovahiyê, hezkirina ji xwezayê re, karaktera demokratîk, rêzgirtina ji jinê re, welatparêzî, dilsoziya bi axê, xwerêveberî, bawerî, sosyalîzm ji taybetmendiyên girîng û cihê yên van fikir û rîtuelên ku ji çanda xwedawenda dayikê derdikevin. Ev çand hîna zindî ye û li dijî zîhniyeta baviksalarî û mêtînger bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî li ber xwe dide."
 
Evîn Zîlan
 
Çanda xwedavendiyê yekem car rola xwe ji bo gelan, li Mezopotamyayê lîstiye û ev bi pêşeniya jinan derketiye holê. Şopa çanda Zagrosê hîna li hinek deveran tê dîtin. Bê guman avabûna karekterê vê jî bandor kiriye. Ev dewlemendî, curebûna zindiyan, xwezayê nîşan dide. Mirovên li vê erdnîgariyê yekem car sewalkarî û cotkarî dane destpêkirin, hîmên mirovahiyê jî avêtine. Ev dewlemendiya çandî ya vê erdnîgariyê heta îro bi evînek mezin hatiye. Gelek qadên jiyanê yên herêm Zagrosê balê dikşînin.
 
Çiyayê Zagrosê, bi zinarên tund yên 18 hezar kîlometreyî pêk tê. Tevgerê erdê heta îro hatiye. Li sê beşên bakur yên Zagorsê (eyaletên Urmiyê, rojhilatê Kurdistanê, Îlam, Kirmanşah, Sîne û Başurê Kurdistanê), li beş anavîn (rojavayê Îshan, Çeher Mahal Bahriyar, Lorîstan, Huzîstan, Merkazî û Hemendan) û li beşa başûr jî (Kahkîluye û Boyer Ahmed, Buşerh, Fasr) heye.
 
Çiyayê Zagros ji eyaleta Wan a Bakurê Kurdistanê dest pê dike û ji eyaletên Sine, Kirmanşah, Hemedan, Îlam, Lorestan, Huzestan, Çahar Mahal Bahtiyari, Kahkiluyeh ve Boyer Ahmad, Buşehr, Fars û Hormozgan  heta bakurê Boxaza Hurmuz didome. Dirêjiya çiyayên Zagros hezar û 800 kîlometreye, firehî navbera 100 û 300 km de diguhere. 323.00 kîlometre kare qad dihewîne. Ji sedî 20’ê erdnîgariya îranê ye. Zagros li gorî hinek teoriyan tê wateya çiyayê mezin. Li gorî teroriyek din jî ji gotina Zîkîrîtu tê. Komên biçûk yên mirovahiyê yên ewil derketine holê. Kontarên Zagrosan ji bo jiyana mirovan di cih de hatiye dîtin. Berhemên di şikeftên wê de dertên holê vê îdiayê tespît dike.
 
Şikefta Keleha Qorî yek ji navendên girîng ya vê herêmê ye. Ev şikeftê de çavkaniyên bi kurahiya 14 metreyî hene û germahiya wê her demsal wek xwe ye. Li gorî kolanên arkeolojîk yên bajarê Durus a li Lorîtsanê jî gundên aydê 7000 hezar salî hatine dîtin.
 
Mînakên din yên dîrokî yên Şikefta Hemiyan û Mîr Malas jî aydê 11.000 sal berê ne. Daneyên şikefta Mîr Mîlan xwecîhbûna mirovan 147 hezar sal berê nîşan dide. Li bajarê Deloran berhemên aydê dema Neolîtîk hatine dîtin. Ev 5 hezar û 10 hezar sal berê nîşan dide. Ev berhem li girên Alî Kaş û girê Goran hatine dîtin. Berhemên dîrokê yên Saîn Kala jî hene û ev Bbî Kand û Aqrabloo ne. 
 
Girê Ahrancan, li bakurê gundê Selmas Ahranca cih digirin. Ev gir cihê herî kevnar yê xwecibûnê ya li Rojhilata Navîne; xwe dispêre Beriya Zayînê 7 hezar sal berê.
 
Xwedavenda bajarê Manzet, Nînîelî Elam yek ji xwedavenda herî populer a şaristaniyabû. Tê gotin ku ev xwedavend jinên ducanî diparêze. Kîrîşa ku xwedavenda şaristaniya Elam bû, xwedavenda welidînê bû. Her wiha gundekî herêma Hewraman  ji navê jinekê afiriye. Gundên Şîan û Jiwar dikevin vê kategoriyê. Li herêma Hewraman Bisaran pereyekî hesinî yê rûyê jinê li ser hatiye dîtin. Li ser jî gotina ‘Adad’ nivîsiye. Adad jî tê wateya dayikê. Ada gotina Kurdî ye.
 
Jinên Hewraman di qadên aborî, siyasî, civakî û leşkerî de ji bo parastina axa xwe rolek girîng lîstine. Jin ji bo jiyana rojane pir dixebitin. Di çandinî, baxçe, rez, qadên hunera destan de xwe nîşan dane. Jnên wek "Xatun Horizad Sultan" herêmên wek Hewraman, Kamreh, Rozav û Şamian bi rêve birine. Her wiha Sultan Xatu Munira jî nav hukumdarên herêmê de tên hesibandin.
 
Gelek jin ji bo lêdana tefê hatine gîhandin. Yarasan olda gelê Yarasane û encama şoreşa bawerî û çanda şêniyên Zagrosê ye. Ola Yarî, li gorî salnameya hîcrî di sedsala 7’emîn de bi fêrkirinên Sultan Sehat û hevalên wê hatiye avakirin.
 
Salên avakirina Komara Mahabadê de, Keça Neqede jî di têkoşînê de cih girtiye. Di binçavan de îşkenceyek mezin dîtiye, îxanet qebûl nekiriye û hatiye darvekirin. Mahi Şeref Xanim helbestkar, nivîskar û dîroknas bû.Tevsî serdestiya mêr, ket nav nivîskarên navbdar. Di qada siyasetê de jî bi bandor bû. Xato Şehnaz şervanek bû. Artêş bi lehengiyek mezin bi rêve biriye.
 
Ev efsane yekemîn rêxistina civakî û forma yekbûyî ya eşîran û şeklê rêxistinî yê çanda berxwedanê ya li dijî zihniyeta baviksalarî, çînî û hiyerarşîk bûn. Her çendî çand û felsefeya zikmakî-jinê di bin bandora zihniyeta şaristaniya baviksalarî û dewletparêz de be jî, di dîrokê de bi berxwedan, di baweriyên Mîtraî, Zerdeştî, Manînîzm, Mazdekî, Horramî, Babekî û ramanên weke Elewî, Êzidîtî û Yarsan. Hezkirina ji mirovahiyê, hezkirina ji xwezayê re, karaktera demokratîk, rêzgirtina ji jinê re, welatparêzî, dilsoziya bi axê, xwerêveberî, bêbawerî, sosyalîzm ji taybetmendiyên girîng û cihê yên van fikir û rîtuelên ku ji çanda xwedawenda dayikê derdikevin. Ev çand hîna zindî ye û li dijî zîhniyeta baviksalarî, navendîparêz û mêtînger bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî li ber xwe dide. Dîsa li van xakan, li xaka xwedawenda dayikê berxwedan, îrade, azadî û serhildan, evîn û hezkirina mirovatiyê, demokrasî û rêzgirtinê hebûna xwe îspat kiriye. Di vekolînên arkeolojîk ên ku li herêmên cuda yên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin de, peyker û wêneyên xwedawendên biçûk ên kevneşopiya perestina xwedawenda dayikê li Îranê ku baweriya herî kevn a vê erdnîgarî û axê tê dîtin, hatin dîtin.
 
Mezopotamya warê pegalên fikr, bawerî ya ku jinan rola xwe têde lîstiye. Ninhursag (xwedavenda çiyan), Mitra (xwedavenda rojê û şer) Nahid an jî Anahita (Xwedavenda vê û sembola paqiyê), Eşî (Xwedavenda bereketê) xwedavendên di vê mîtolojiyê de cih digirene.
 
* Hefteya pêş wê analîza li ser rewşa dîrok, civakî û çandî ya jinan li Rojhilatê Kurdistanê bê weşandin.