ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2024'AN

  • 09:00 19 Tîrmeh 2024
  • Rojev
 
*Dayika pakrewan Bêrîvan Qelendera ku di Şoreşa Rojava de cihê xwe girt, Fatme Reşîd da zanîn keça wê rêya serkeftin, şanazî û serbilindiyê hilbijart û ew ji ber vê yekê ne poşman in, serbilind in. Fatmeyê got: " Ew bû dengê Şoreşa Rojava." BI DÎMEN 
 
*Li Wargeha Mexmûrê çalakiya Nobetê ya ku dijî tecrîda girankirî hatî destpêkirin, nêzî salake bi biryardariyek mezin didome. Endama Komîteya Aborî ya Meclîsa Îştar a Mexmûrê Cîhan Kaplan diyar kir ku dê bi berxwedanê tecrîd bê têk biçe û got: "Li dijî kiryarên dijmin ên li hemberî kurd pêwîstî bi hevgirtina Gelê Kurd heye." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, 9 salên piştî 33 Rêwiyên Xeyalê  nirxand û got, “Ev rê rêwîtiya hevgirtina bi gel û avakirina pira jiyanê ya bi hev re bû. "Em ji qetlîamê bi hêrs in, em pir bêriya hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dan dikin, di vê salvegerê de divê em qala xeyal û rêwîtiya wan bikin." DÎMEN HEYE
 
*"Hezkirina ji mirovahiyê, hezkirina ji xwezayê re, karaktera demokratîk, rêzgirtina ji jinê re, welatparêzî, dilsoziya bi axê, xwerêveberî, bawerî, sosyalîzm ji taybetmendiyên girîng û cihê yên van fikir û rîtuelên ku ji çanda xwedawenda dayikê derdikevin. Ev çand hîna zindî ye û li dijî zîhniyeta baviksalarî û mêtînger bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî li ber xwe dide." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* Prof. Karîane Westrheîm diyar kir ku bi salane ji Tevgera Azadiya Kurd gelek tişt fêr bûye û got Abdullah Ocalan ji bo cîhanê mamosteyekî rastîn e. DOSYA
 
*Rojnameger Bêrîtan Sarya, diyar kir ku Tirkiye bi êrişên ku bi hevkariya PDK’ê li ser bejahiya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê pêk tîne, armanc dike ku Rojava û Başûr ji hev qut bike û got: "Ev ne rêya pêşketinê ye, rêya şer e. Ev êrişan gel dixe nava rewşeke zehmet û bûye sedem ku gundên xwe biterikînin." BI DÎMEN 
 
*"Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê" ku bi beşdariya gelek hunermendan damezrandina xwe îlan kir. Jinên beşdarî înîsiyatîfê bûne diyar kirin ku armanca wan şikandina bêdengiya heyî ye û gotin, "Em êdî li hemberî van qedexeyan serî natewînin." BI DÎMEN