Der barê şaredariya Artûklûyê de hecîz hat destpêkirin: Em ê ximzeta ji bo gel bidomînin

  • 21:24 18 Tîrmeh 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredarên Artûklûyê bertek nîşanî hecizkirina şaredariya Artûklûyê dan û gotin: "Em astengiyan nas nakin û gel bê xizmet nehêlin. Di kon de be jî em ê xizmetê bikin."
 
Şaredariya bajaroka Misûriyê ya Mêrdînê deynê xwe yê di sala 2011’an de neda û ev deyn dewr Şaredariya Artûklûyê kirin. Deyndarekî Mêrdînî der barê şaredariya Artûklûyê doza hecizê vekir û doz di Nîsana 2024’an de bi encam bû. Piştî biyara hecizkirinê parêzer û karmendê hecizê hatin şaredariyê hewl dan amûrên şaredariyê desteser bikin. Ji ber vê yekê di navbera hevşaredaran Mehmet Alî Amak û Mûnevver Olker û parêzeran de nîqaş derket. Piştî nîqaşê, karmend û parêzer ji şaredariyê derketin, Amak û Munevver Olker der barê mijarê de daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
‘Em ê tu carê gel bê xizmet nehêlin’
 
Hevşaredar Munevver Olker diyar kir ku ew pêvajoya hecizkirinê qebûl nakin û wiha axivî: "Bêyî ku bi me re biaxivin rasterast dest bi hecizê kirin û ev nêzîkatî bi ti awayî nayê qebûlkirin."
 
Hevşaredar Mehmet Alî Amak jî anî ziman ku di encama lêkolîna ku wan kiriye de şaredarî bi qasî 170 milyonî deyndar e û pereyên şaredariyê qet nehiştine. Mehmet Alî diyar kir ku 10 roj piştî mazbata wergirtin bi hecizirê re rû bi rû man û wiha got: “Ji ber vê yekê me hê şaredarî dewr negirtiye. Dixwazin di serdema me de vê hecizê pêk bînin. Heta niha ew li benda çi bûn? Çima heta niha heciz nekirin?"
 
Mehmet Alî destnîşan kir ku ji bilî kursî û amûrên buroyê nikarin tiştekî din heciz bikin û wiha got: “Eger hewce bike, li derveyî şaredariyê be, di kon de be jî em ê xizmeta xwe bikin. Li pêşiya me astengiyan jî derxin em wan astengiyan nas nakin û xizmeta gel bikin."