Êrişên li hember Başûr li gelek bajaran hat şermezarkirin

  • 16:47 18 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên li gelek bajaran bi armanca protestokirina êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe hatin kirin de bertek nîşanî helwesta PDK’ê hate dayîn û wiha hate gotin: “Ji dagirkirin û xiyanetê re na.”
 
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Ev êriş li gelek bajaran hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyên di pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin kirin de hate destnîşankirin ku helwesta PDK’ê “piştgiriya dagirkeriyê” ye.  
 
Mûş 
 
Li navçeya Kopê ya Mûşê di pêşengtiya DBP, TJA û DEM Partiyê de têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistana Federe daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya ku pankarta “Ji dagirkerî û xiyanetê re na” hate vekirin de Hevserokê DBP’ê yê Kopê Siraç Çîftçî metna çapemeniyê xwend.  
 
Siraç, yê diyar kir ku dewleta tirk hewl dide li Herêma Kurdistana Federe dagirkeriyê mayînde bike, destnîşan kir ku avakirina baregehên leşkerî, kontrola nasnameyan û organîzekirina xebatên provokatîv ên weke şewatê yên dewleta tirk ji rêveberiya PDK’ê ne serbixwe ne û wiha got: “PDK, bûye hêza rêxistinkirinê ya pêvajoyeke ku nikare hesaba wê bide gelê kurd. Axa başûrê Kurdistanê ya bi berdelên giran hatiye bidestxistin, bi boneya berjewendiyên xwe yên biçûk heba kiriye. Ev siyaseta paşverû ya rêveberiya PDK’ê ku li dijî berjewendiyên demokratîk ên neteweyî yên gelê kurd dê bi tu awayî di nava civakê de bersivê nebîne.”
 
Edene 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişan da. Gelek kes beşdarî daxuyaniya ku pankarta “Ji dagirkirin û xiyanetê re na” lê hate vekirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr, êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistanê berdewam dikin şermezar kir û wiha got: “Divê em îro penasekirineke rast bikin û têbikoşin. Rewşa ku PDK di nav de ye bi rastî jî xiyanet e. Gelê kurd bi kedeke zêde û bi berxwedaneke bênavber hin destkeftî bidestxistine. Sekinîna cem aqlê ku hewl dide destkeftiyên gelê kurd ji holê rake ji bilî xiyanetê ne tiştekî dine. Ji vir em bang li Tirkiyeya dagirker Û PDK ya ji psîkolojiya mêtîngeriyê ya polîtîze bûyî nikare xelas bibe dikin; Têkoşîna birûmet a gelê kurd wê tu car nebe yekdest. Sekna wê ya kolektîf, rêxistinkirî û polîtîk wê tu car bi paş ve neçe. Ev têkoşîn dê nekeve bi bandora çend malbatan an jî siyaseta pergalê ya serwer. Weke her demê wê li ser berjewendiyên gel û nirxên bingehîn bimeşe. Lê belê yên ku hewl didin vê têkoşîna bi rûmet pûç bikin, xera bikin û asteng bikin, mehkûmin ku li pêşberî edaleta dîrokê ji holê rabin.”
 
Amed
 
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistanê didomin li Amedê jî hatin şermezarkirin. Li pêş avahiyên rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeyan ên Amedê daxuyanî hatin dayîn û êriş hatin şermezarkirin. 
 
Di daxuyaniya li pêş Rêxistina DBP’ê ya Bismilê hate dayîn de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku dest ji polîtîkayên dijminatiyê yên li dijî gelê kurd tên meşandin bê berdan û çalakiya rûniştinê hate kirin. 
 
Daxuyaniya ku hate xwestin li ber avahiya DEM Partiyê ya Sûrê bê dayîn, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Rêveberên partiyê yên Sûrê bertek nîşanî rewşê dan û weke berteka li dijî helwesta polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
Gelek welatî beşdarî daxuyaniya li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Peyasê hate lidarxistin bûn. Di daxuyaniya ku jin bi çarikên xwe yên spî tevlibûn de ev bang hate kirin: “Em şer naxwazin. Bila demildest ev şer were bidawîkirin û ev şerê qirêj xelas bibe.”
 
Li aliyê din li gelek navçeyên Amedê êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe hatin şermezarkirin.