Ji OHD’ê rapora girtîgehan a Çûkûrovayê

  • 16:16 18 Tîrmeh 2024
  • Rojane

 
MÊRSÎN - Şaxa OHD’a Mêrsînê ku rapora xwe ya binpêkirina mafên li girtîgehên Herêma Çûkûrovayê aşkere kir, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin CPT, Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê vexwendin ser peywîrê. 
 
Komîsyona Girtîgehan û Binçavkirinê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrsînê binpêkirinên mafan ên 6 mehan li girtîgehên Herêma Çûkûrovayê qewimîn aşkere kir. Endamên komeleyê tevli daxuyaniya li avahiya komeleyê hate dayîn bûn. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan û Binçavkirinê ya Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê Lokman Şarman, diyar kir ku li Tirkiyeyê yek ji cihên ku herî zêde binpêkirinên lê tên kirin girtîgeh in û anî ziman ku girtîgeh veguherînê cihên îşkenceyê yên her cure mûameleya dermirovî û binpêkirina rûmetê. 
  
Lokman, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin rêz kirin û wiha got: “Pêkanînên weke nedayîna rojname û kovarên mûxalîf, nedayîna avagerm, dereng birina revîrê, birin abi kelemçekirî an jî di birinê de lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin. Berdan ji aliyê lijneya çavdêriyê ve bi awayekî keyfî tên astengkirin. Bi têlan ser cihê hewadariyê tê girtin û asteng dikin ku girtî asîman bibînin û ji hewayê paqij mehrûm dimînin. Mahremiyet tune tê hesibandin û serşok bi kamerayan tên şopandin. Hevdîtina parêzeran bi awayekî derhiqûqî tê şopandin. Daxwazên sewqê bêyî hincet tên redkirin. Qawiş her tim bi awayekî keyfî ji aliyê rêveberiya girtîgehê bi hinceta kontrolkirinê tên tacîzkirin. Daxwazên têkildarî aktîvîteyên civakê bêyî hincet tên redkirin. Rewşa tenduristiyê ya girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger de li ber çavan nehate girtin. Ev binpêkirinên mafan ên me hejmartin û hêj zêdetir ne tenê li girtîgehên ku me serdana wan kirin li hemû girtîgehên Tirkilyeyê diqewimin. Girtîgehên Tirkiyeyê yek ji cihên ku herî zêde binpêkirinên mafan ên li nava welat lê diqewimin. Hêj jî gelek zêde mirin, binpêkirinên weke sewq, sirgun, îşkence û mûameleya nebaş, tecrîd û îzolasyon, astengkirina mafên agahdarkirinê, lêpirsînên dîsiplînê pêk tên.”
 
Lokman, çalakiya girtiyan a derneketina hevdîtinê, neaxaftina bitelefonê û boykotkirina dadgehan a bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” bi bîr xist û wiha got: “Divê dewlet tecrîdê rake û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavan biavêje. Gelek girtiyan ragihandin ku di dema grevên birçîbûnê û çalakiyên din de cezayên dîsiplînê li wan hatine birîn. Em Wezareta Dadê, hiqûqa neteweyî û navneteweyî û saziyên mafên mirovan vedixwînin hestiyariyê da ku li ser esasê maf û azadiyên bingehîn nêzî pirsgirêkan bibin û li gorî vê yekê daxwazan binirxînin û çareser bikin.”
 
Lokman ê pêşniyarên xwe rêz kirin, xwest tecrîd were bidawîkirin û şert û mercên girtîgehan bên başkirin. Lokman, herî dawî li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê vexwendin ser peywîrê.