'Bi fikir û nêrînên xwe bandoreke mezin kir'

  • 09:15 18 Tîrmeh 2024
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Parêzer Eva Schonveld ya di heyeta Delegasyona Tecrîdê de cih digirt, diyar kir ku Abdullah Ocalan siyasetmedarekî girîng e û got: “Bi jîrbûna xwe hem pêşniyar kiriye hem jî bi fikr û nêrînên xwe  bandorek mezin li ser jin û civakê kiriye.”
 
Parêzerê navneteweyî, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jinan û gelekên din, gotin; “Tecrîdê bişînin Ocalan azad bikin” û zext li Tirkiyeyê kirin. Bi sedan serdanên navneteweyî, civîn, name û bang hatin kirin û bêdengiya navneteweyî û îşkenceya Tirkiyeyê hat teşhîrkirin.
 
Me yek pirsek pirsî û ew bi tecrubeyên sedsala 21’ê û sedsalên din vegotin: Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çi gotibû, çi vegotibû û niha çi bû, ya pêk hat çibû? 
 
Parêzera navnetewyî Eva Schonveld dibêje: “Der barê hedefên em didin pêş xwe de fikr û nêrînên xwe ku çawa em dikarin pêş  bixînin bi riya pirsekê dixwazim bipirsim.”
 
Mirov çawa xwe digihînin hedefê
 
"Ji min hat xwestin ku der barê gotinên Birêz Ocalan ku pêk hatine an na, çi gotiye û çi pêk hatiye, binivîsim. Der barê hedef û hêviyên di mijara azadiya jinê ya Birêz Ocalan de min fikrên xwe bi pirsekê pirsî. Yên vê dixwînin  piranî wê nû vê têkoşînê fêr bibin. Ji ber vê jî bi rêzdarî dipirsim. Ger rewş wisa be, dîsa jî ji bo mirovên wek min, girînge ku ez hinek nokteyên destpêkê zelal bikim.
 
Li ser têkoşîna azaiya jinê
 
Birêz Ocalan di Hevjiyana Azad de gotara xwe wiha diqedfîne: Ez dixwazim bînim ziman ku têkoşîna azadiya jinê, divê bi avakirina partiya syasî, xwegîhandina tevgera jinê ya gelparêz, avakirina siyaseta demokratîk û rêxistinên civaka sivîl bê meşandin. Ligel van hemûyan divê hevdem bê destgirtin. Jin çiqas ji serdestiya mêr xilas bibin wê li gorî însiyatîfên xwe yên serbixwe evqas baş tevbigerin. Jin çiqas xwe xurt bikin, wê kesayet û nasnameya xwe jî evqas bidest bixin.”
 
Fikra danî holê pêk hat: Jîneolojî
 
Beşeke fikra wî ya danîbû holê li Kurdistanê pêk hat. Bi taybet jî bi avabûna Jîneolojiyê re gelek jinan di civaka baviksalar de li ser fikr û nêrînan xebitîn. Me ev zêdetir di azadî, xweserî, hesta wateyê û di afirandina rê û bazaran de û ji nû ve avakirinê de dît. Ev pêvajoya afrîneriya zanînê bû.  Bi rastî ez zêde ji sazbûnên partiyên siyasî an jî siyaseta demorkatîk a jinan ne agahdar bûm lê plankirina van û hebûna van pêkane.
 
Ji bo pêkhatina fikr û ramanan bi civakê re îştah afirî
 
Ji ber vê jî Birêz Ocalan bi hêz, fikr û nêrînên xwe  bandorek mezin li ser civakê kiriye û ji bo pêkanîna fikrên wî bi civakê û jinan re daxwaz zêde bûye. Ez wek parçeyeke delegasyona mafê mirovan, dem açûm serdana Kurdistanê, piranî jinên min nas kirin, jinên tevli civînên jîneolojiyê dibûn. Piraniya jinan jî gotin ‘em di vê mijarê de pir tiştî dikin lê mêr nakin.’Tecrubeya min ya Kurdistanê kurt bû û lê bêguman hewldanên mêran jî hebûn.  Ji tecrubyên Iskoçyayê jî dizanim ku ev gotinên wisa hene. Mirov dema azadî an jî rizgariya jinê dibihîzin; ev şareş karê jinan e lê heta mêr vê şoreşê wek ya xwe hîs nekin heta cihekî dikare biçe.
 
Mêr li gorî jinan zêdetir xwedî statu, zêdetir heqdestê baş, zêdetir hêzdar tên dîtin.  Di temenê biçûk de çewisandina hestan, zarokên kur hîn bêtir xurt dîtin û teşwîqkirin, zirarek mezin dide mêran.
 
*Ji ber vê jî bi vê nêrînê re di sedsala 21’ê de pirsên li bersiva wan digerim wihane: Ji bo mêr ji baviksalariyê xilas bibin û ji bo ev tenê karê jinan neyê dîtin, dikare çawa bê axaftin û di vê mijarê de em dikarin çi bikin?
 
*Ji bo azadiya zayenda civakî  ev çawa dikare bibe projeyek hevpar?
 
Qadên ku başkirina mêran kîşf dikin çawa dikare bên afirandin? Em bersiva van pirsan bi hev re bibînin û fikr pêş bixînin. Ev gelek girîng e.”