Ji bo rêwiyên xeyalê pirtûkxane xwest

  • 09:13 18 Tîrmeh 2024
  • Rojane
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Kurê Şemsa Yurtgul di qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da û 9 sal bi ser qetlîamê re derbas bû. Şemsa, diyar kir heta dawiyê dê şopdarê dozê bin û li pêy dexistina sûcdaran bin û got: "Ez dixwazim navê zarokê xwe bidim jiyîn û dixwazim pirtûkxaneyek bê vekirin." 
 
Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de 33 kesên ku piraniya wan xwendekarên zanîngehê bûn, ji bo ji holê rakirina ziyanên DAIŞ’ê yên ku piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê bi berxwedana YPG û YPJ’ê hat şikandin, ji bo ku beşdarî xebatên ji nû ve avakirinê bibin, diçûn Kobanê. Li baxçeyê Navenda Çandê ya Amara ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê dema daxuyanî didan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve di encama êrişa bombeyî de hatin qetilkirin. Li ser qetilkirinê re 9 sal derbas bû. 
 
Li her deverê cîhanê li hemberî qetlîmê bertek hatin nîşandan. Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin. Çalakiyên hatin li dar xistin bi êrişa tund ên polîsan re rûbirû hat. Di encama êrişan de li Mêrsînê Bulent Ecevît Gungor, li Nisêbînê Seyîthan Dede û li Stenbolê jî Gunay Ozaslan hatin qetilkirin. 
 
Murat Yurtgul, xwendekarê pola 4'emîn a beşa derûniyê ya Fakûlteya Wêje û Fenê ya Zanîngela Arel a Stenbolê bû, li Pirsûsê di encama êrişa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Şemsa Yurtgul, bi minasebeta 9'emîn salvegera qetîamê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
'Kesî guhdar nakin'
 
Şemsa diyar kir ku çend 9 sal derbas bûye jî heta niha negihaştine tu encamekî û wiha bi lêv kir: "Her çûyîna me ya dadgehê jî wek seneryoyek bû. Wek li vir fîlmek dihat kêşandin bû. Me di dadgehê derdê xwe vedigot û tespîtên xwe dikir lê belê dadgeh radiza. Wekî me ji dîwaran re diaxifi bû, ji ber ku kesek guhdar nedikir."
 
Şemsa, da zanîn ku divê kesên ku hevkarê qetîamê ne divê derxin holê û wiha axivî: "Em dixwazin berpis derkevin holê. Em ê her tim şopdarê dozê bin. Me zarokên xwe li kolanê nedît. Me di nav şert û mercên herî zehmet de zarokên xwe mezin kir û da xwendin. Em dev jî doza xwe bernadin." 
 
Dixwaze navê zarokê xwe bide jiyîn
 
Şemsa, dixwaze ku her tim navê zarokên wan li dinê be û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji bo navê zarokên me bijîn me daxwaza çêkirina qadên civakî, pirtûkxane û parkê kir. Li taxa Ataturk a Qoserê ji bo bîranîna zarokên me mala şînê hat vekirin. Lê belê ji ber ku qeyûm hat tayînkirin navê zarokên me lê nekirin. Çend roj beriya niha em çûn şaredariyê û me xwest li ser navê zarokên hatî qetilkirin pirtûkxaneyek vekirin. Ji ber ku kurê min gelek ji xwendina pirtûkan hez dikir. Pir pirtûk dixwend, ji ber vê ez dixwazim pirtûkxaneyek li ser navê kurê min bê vekirin. Dema caradin jî me daxwaz kir dîsa qeyûm hatibû tayînkirin."
 
'Divê malbat li pêy doza xwe bin'
 
Şemsa, daxuyand ku zextên polîs û dewletê hêj li ser malbatê heye û got: "Zextên dewlet û polîsan a li hemberî me didome. Ez, kurê xwe û hevjînê xwe em hatin binçavkirin. Ji ber ku tîyê min di dadgehê de got 'Çi mafê me hebe em ê ji cîhanek din ji ve bigirin, ji ber ku li vir bertîl, leşker û polîs nîne' doz li wî hat vekirin. Em bi dehan caran çûn dadgehê, lê heta niha me tu encamekî negirt. Kurê min hat qetilkirin û piştî rojek şûnde hatin û gotin 'Tu dixwazî gilî bikî'. Ez çawa gilî nakim? Hevjînê min hat binçavkirin û jê re gotin 'Zêde gaviyan neke'. Daxwaza mafê û parastina kurê xwe gelo sûc e? 33 mirov hatin qetilkirin. Kesên birîndar jî hene û niha derûniya wan têk çûye. Hevalê kurê min 13 caran emeliyat bû. Divê hemû malbat li pêy doza xwe bin."
 
Şemsa wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di salvegera qetliamê de em ê li goristanê bernameya bi bîr anînê li dar bixin. Em li benda hemû şêniyên Qoserê ne. Şehîd ne tenê şehîdê me ye, şehîdê vî gelî ye."