Girtiya nexweş di bin tecrîdê de ye

  • 09:08 18 Tîrmeh 2024
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Li girtîgehan bi pêkanînên kêfî tecrîd roj bi roj giran dibe. Tecrîd bandorê herî zêde li girtiyên nexweş dike. Dayika Şîvekar Ataş, Rabîa Ataş diyar kir ku divê mirov li dijî tecrîdê di piştevaniyê de bin û bêdengiya gelê Kurd û siyasetê rexne kir û banga hestiyariyê kir.
 
Li girtîgehan pêkanînên tecrîdê her diçe giran dibin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, li şûna divê bên dermankirin û tahkiyekirin, şert û mercên wan nayê başkirin. Yek ji van girtiya Şîvekar Ataş e û li girtîgeha jinan a Bakirkoy a Stenolê girtî ye. Şîvekar 8 sal e girtî ye û nexweşa giran e. Bi pêkanînên kêfî 6 heb cezayên hucreyê lê hatiye birîn. Dayika Şîvekarê, Rabîa Ataş da zanîn ku ji bo ev dijhiqûqî bi dawî bibe divê gelê Kurd  û siyaet bikevin piştevaniyê û dengê xwe bilind bikin.
 
Dermankirin tune ye, tahliye tune ye!
 
Rabîayê pêvajoya girtina Şîvekarê vegot û wiha anî ziman: “Şîvekar li girtîgehê nexweş ket. Şîvekar roj rewşa wê giran bû. Nexweşên wek wê divê bên berdan. Nayên dermankirin. Li revîrê baş li wan mêze nakn. Herî dawî got Înfaza wê hatiye şewitandin û cezayê hucreyê danê. Li Tirkiyeyê edelet tune ye. Ji ber nivîna wê hinek qelişiye cezayê hucreyê danê. Pirtûka nadinê. Strana Kurdî gotiye cezayê hucreyê danê. Wêneyek dîtine, gotine ev kî ne?  Ceza daninê.”
 
Tacîza polîsan
 
Rabîayê wiha domand: “Demek berê polîs li hevjînê min geriyan û gotin were qereolê. Şîvekarê beriya emelyatê porê xwe jêkiribû. Ji ber nexweşiyê kîlo dabû. Polîs wêne nîşanê bavê wê didin. Bavê wê dibêje min nas nekir, porê keça min dirêj bû. 15 roj şûnde dîsa li bavê wê geriyan.  Ji bavê wêre dibêjin ‘Şîvekar çûye çi ye? Ger bê berdan wê dîsa biçe çiyan?’ Bavê wê jî dibêje ‘hûn çima van tiştan ji min dipirsin.’ Armanca wan me nerehet bikin.”
 
Rabîayê destnîşan kir ku divê wezareta dadê edeletê pêk bîne û wiha bi lêv kir: “Divê tukes li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bêdeng nemîne. Keça min jî nexweşe. Nahêlin li asansorê siwar be. Keça min got ‘hevalek jin ya rewşa wê ji ya min girantire heye, ez jî dema dimeşim zhmetiyan dikşînim.’ Ez bang li malbatên welatparêz, DEM part û gel dikim. Li dijî vê rewşê bêdeng nemînin. Cenazeyê zarokên me ji girtîgehan derkeve wê çawa li ruyê me binêrn. Divê em xwedî li doza xwe û serokatiya xwe derkevin.”
 
‘Ji ber çarşeva qelaştî ceza danê’
 
Parêzera Şîvekarê, Berîvan Bekçî piştî hevdîtina dawî ya bi Şîvekarê re kiribû ev agahî parve kir: “6 heb cezayê hucreyê dane Şîvekarê. Ji van du heb hatine erêkirin. Ya sêyemîn jî wê bê erêkirin. Îdiaya propaganda û perwerdê heye. Ji ber lênûska girtiye û gotinên stranê ceza hatiye dayîn. Ji ber çarşefa qelaştî ceza hatiye dayîn. Ji ber perwerde û propagandayê 11 roj ceza dane. Me îtîraz kirin. Tevî ku gelek ji van ne li gorî usula cezayê dîsîplînê ne , îtîrazên me nehatin qebûlkirin. Me serî li DDB’ê da. Em ê pêvajoya DDB’ê bişopînin.
 
Girtiya nexweş Şîvekar Ataş kî ye?
 
Şîvekar Ataş li gundê Agaçlidere ya Sûra Amedê hat dinê. Malbata wê di salên 90’î de ji ber zextên delwetê koçî Amedê dikin. Şîvekar ku endezyariya bîlgîsayarê dixwent  di 2016’an de li Muşê hat girtin û birin girtîgeha Tarsusê piştre ya Sîncan û niha jî li ya Bakirkoy a Stenbolê ye. Bi îdiaya endamtiya rêxistinê 15 sal ceza lê hat birîn. Şîvekar li dijî tecrîdê li girtîgehê sê caran ket grevê. Şîvekar nexweşa giran a dil, tansiyona bilind û di malzaroka wê de kîst hene. Tevî van nexweşiyên giran girtî ye. Şîvekar 20 salî hat girtin û niha 28 salî ye.