ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2024'AN

  • 09:00 18 Tîrmeh 2024
  • Rojev
* Endama Meclisa PYD'ê Îlham Mihemed a Kantona Efrîn-Şehba derbar şoreşa 19`ê Tîrmehê de wiha got: "Şoreş tekez kir ku projeya Neteweya Demokratîk a bi şoreşê re hatiye pêşxistin, ne tenê zihniyetê diguhere, di heman demê de çareseriya aloziya Sûriyê jî diguherine." BI DÎMEN
 
* Li girtîgehan bi pêkanînên kêfî tecrîd roj bi roj giran dibe. Tecrîd bandorê herî zêde li girtiyên nexweş dike. Dayika Şîvekar Ataş, Rabîa Ataş diyar kir ku divê mirov li dijî tecrîdê di piştevaniyê de bin û bêdengiya gelê Kurd û siyasetê rexne kir û banga hestiyariyê kir. DİMEN HEYE
 
* Kurê Şemsa Yurtgul di qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da û 9 sal bi ser qetlîamê re derbas bû. Şemsa, diyar kir heta dawiyê dê şopdarê dozê bin û li pêy dexistina sûcdaran bin û got: "Ez dixwazim navê zarokê xwe bidim jiyîn û dixwazim pirtûkxaneyek bê vekirin." BI DÎMEN
 
*Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt ku yek ji aktîvîstên meşa "Ji îradeyê re rêzgirtin" bû, diyar kir ku di meşê de ji gel piştgiriyeke mezin girtine. Gulşenê, anî ziman ku ev xwedîderketin ji bo wan pir bi qîmet û watedar e û got, “Bêedaletî û bêhiqûqî heye. Her kes dizane ku qeyûm pirsgirêka hiqûq û demokrasiyê ye." DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Eva Schonveld ya di heyeta Delegasyona Tecrîdê de cih digirt, diyar kir ku Abdullah Ocalan siyasetmedarekî girîng e û got: “Bi jîrbûna xwe hem pêşniyar kiriye hem jî bi fikr û nêrînên xwe  bandorek mezin li ser jin û civakê kiriye.” DOSYA
 
*Rojnameger Berîtan Sarya da zanîn ku Tirkiye û PDK’ê dixwazin li nêzî bendava li Serelgelê qerekolek sînor a mezin çêbikin û Tirkiyeyê beriya êrîşê blokên betonê anîne. DÎMEN HEYE